Çalakiyên 15’ê Gulanê didomin

Bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî şehîd Viyan Amara hat bibîranîn û semînerek hat lidarxistin.

Çalakiyên 15’ê Gulanê didomin
Çalakiyên 15’ê Gulanê didomin
Çalakiyên 15’ê Gulanê didomin
Çalakiyên 15’ê Gulanê didomin
Çalakiyên 15’ê Gulanê didomin
Çalakiyên 15’ê Gulanê didomin
Çalakiyên 15’ê Gulanê didomin
Çalakiyên 15’ê Gulanê didomin
Çalakiyên 15’ê Gulanê didomin
Çalakiyên 15’ê Gulanê didomin
Çalakiyên 15’ê Gulanê didomin
13 gulan, 2026   14:50
KOBANÊ

Bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, Komîteya Cejna Zimanê Kurdî ya Kobanê, xwendekar û mamosteyan serdana gora şehîd Viyan Amara ya li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya Kobanê kir.

Mamosteya zimanê kurdî Viyan Amara (Sevim Kaya) 26`ê Tîrmeha 2013`an li Kobanê şehîd bûbû.

Merasîma bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endama Meclisa Perwerde û Fêrkirinê ya Kobanê Fatma Îsmaîl 15`ê Gulanê li giyanê şehîd Viyan û cangoriyên azadiyê pîroz kir û wiha got: "Şehîd Viyan dixwast em nasnameya xwe nas bikin. Dema pêwistî bi têkoşînê bû şehîd Viyan pênûsa xwe radestî mamoste û şagirtên xwe kir, çeka xwe hilgirt, derbasî şer bû. 15`ê Gulanê ji bo me gelekî pîroz e, ev roj nasnameya me ye. Divê em zimanê xwe bi berxwedana xwe di destûra Sûriyeyê de misoger bikin.”

Piştî axaftinê beşdaran berê xwe da Zanîngeha Kobanê û li wir semînerek hat dayîn. Di semînerê de li ser hişmendiya gelên bindest û “Ji nifşa Hawarê heta şoreşa Rojavayê Kurdistanê guherîn û veguherîna hişmendiya doza kurdî” gotûbêj hate kirin.

(sş)

ANHA