Ji bo parastina çandiniyê her kes seferber bûye

Ji bo parastina çandiniyê şênî û aliyên têkildar seferber bûne. Şênî û komîteyên awarte her tim amade ne û bi patozan re derdikevin dewriyeyê.

22 gulan 2024   06:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo ku berhemên çandiniyê bê zirar bên çinîn, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komîteyên rewşên awarte hatine avakirin. Peywira wan a sereke parastina zeviyên çandiniyê ye û vemirandina şewatan e.

Erebeyên agirkujiyê û bi hezaran dilxwaz, karker û cotkar karê xwe dikin, ji bo ku berheman biparêzin, nemaze zeviyên li eniyên şer ên bi dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê re. Ji ber ku dagirker û çeteyên wê zeviyan topbaran dikin da ku bişewtînin.

Heta niha li gundewarên Til Temir, Zirgan, Minbic û Şehbayê di encama topbarana dagirkeran de, bi hezaran donim şewitîne. Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 11`ê Gulanê agir bi zeviyên gundên Bûxazê û Qirt Wêranê yên Minbicê xistibû. Di encamê de 200 hektar zevî û nêzî 3 hezar darên zeytûnê şewitîbûn.

‘EM RANAZÊN DA KU QÛTA XWE BIPARÊZIN’

Şêniyên gundê Aliya yê Tirbespiyê ku nêzî sînorên Bakurê Kurdistanê ye, kom ava kirine da ku dema şewatek çêbe, demildest destwerdanê bikin.

Cotkarê bi navê Xorşîd Kindî yê ji gundê Dêrna Agî yê Girkê Legê tevî şêniyên gund derdikeve dewriyeyan. Têkildarî hewldanên wan ên ji bo parastina zeviyan jî got: “Em şêniyên gundên nêzî sînor, zeviyên xwe diçînin. Lê heta çinînê em bi fikar in ku dewlet aTirk a dagirker wan bişewitîne. Fikarên me zêde bûn, dema dewleta Tirk a dagirker zeviyên li Şehba, Minbic û Til Temirê şewitandin."

Kindî wiha domand: "Em ranazên da ku qûta xwe biparêzin û zeviyan biçinin.”

Cotkarê bi navê Behrem Hemo jî got: "Heke em zeviyên xwe neparêzin, wê di xetereyê de bin.”

Cotkarê bi navê Ferec El Dîn ê ji gundê Xirbê Cehwa yê Çilaxayê jî got: "Ruxmî ku gundê me ji sînor dûr e, lê dîsa jî em bi şêniyan re derdikevin dewriyeyê. Heke agir bi zeviyekê bikeve, dê bigihêje gundên me û zeviyên me jî.”

Li gundewarên Minbicê, şênî bi komîteya rewşa awarte re kar dikin da ku nehêlin agir zeviyan bikeve.

‘HER KES HEVKAR E’

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Minbicê 3`yê Nîsanê komîteya rewşên awarte ava kiribû.

Têkildarî mijarê endamê komîteyê yê bajarê Muhteriq ê kantona Minbicê Mehmûd El Esed got: "Me bi koordîneya komînan, kom ava kirin. Hin kom bi şev nobetê digirin û hin kom bi şev digirin. Ji bo parastina zeviyan jî, komîteyan tractor û sahrîcên avê amade kirin."

El Esed destnîşan kir ku her kes hevkariyê dike ji bo ku zeviyan biparêzin.

DAGIRKERÎ TÎMÊN AGIRKUJIYÊ DIKE HEDEF

Endamê Foca Agirkujiyê ya Geraca Şaredariya Gel a kantona Minbicê Îbrahîm El Xelef got: "Piraniya şewatan li zeviyên gundên li eniyên şer rû didin. Em zehmetiyan dikişînin ji bo ku wan şewatan vemirînin, ji ber ku dewlata Tirk a dagirker tîmên agirkujiyê dike hedef. Her wiha rê dijwar e ku di encama topbaranê de xirab bûne. Dema topbaran raweste em destwerdanê dikin. Lê heke topbaran berdewam bike, şênî zeviyan bi traktoran diajon ji bo ku agir negihêje zeviyan din."

Şêniyê bi navê Tamir Ebû Mistefa yê ji gundê Dendeniye yê li eniya şer jî got: "Zeviyên me li eniyên şer in. Di vê demê de, em zehmetiyan dikişînin ji ber ku dewleta Tirk a dagirker zeviyên me topbaran dike û di encamê de agir pê dikeve. Ew êrişî jêdera qûta me dike.”

Ebû Mistefa wiha domand: "Çete agir bi zeviyan dixin, ji bo ku me bidin koçberkirin û dûre axa me dagir bikin. Lê em dev ji gundên xwe bernadin û em nahêlin dagirker derbasî gundên me bibin.”

(şx)

ANHA

çil axa

minbic