Tevî wêraniyê jî şêniyên gundên Zirgan û Til Temirê vedigerin

Malbatên koçber piştî salên koçberiyê dest bi vegera bo gundên xwe yên li bajarokên Zirgan û Til Temirê kiriye. Lê wêraniya ku li mal û binesaziyê pêk hatiye û nebûna xizmetên bingehîn û bernameyên avakirinê, dibe astengiyeke mezin li pêşiya kesên ku vegeriyane û yên dixwazin vegerin.

14 tîrmeh, 2026   04:14
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Şêniyên gundên Zirganê û gundewarên Til Temirê yên li bakurê Hesekeyê piştî salan vedigerin malên xwe. Koçber vedigerin gundên xwe yên wêrankirî û hewl didin wan ji nû ve ava bikin, tevî şert û mercên dijwar li herêmê.

Wêraniya mezin a ku li çend gundan de hatiye kirin hîn jî ji bo vegera bi hezaran koçberan astengiyeke mezin e. Bi dehan mal û binesaziyên li gundên El Rebîat, Til El Werid, Şêx Elî, Qubur El Qerajna, El Meslata, El Ebûş û El Derdara astên bi awayên cuda wêran bûye, hin xanî bi tevahî wêran bûne û ne guncaw e ku mirov lê bijîn, ev yek rê li ber vegera xwediyên wan digire.

Şêniyên ku vedigerin ji ber kêmbûna xizmetguzariyên bingehîn, bi taybet elektrîk û avê, êşê dikişînin, ji ber ku torên avê wêran bûne. Rê û dezgehên xizmetguzariyê jî xerab bûne. Her wiha ji bo ji nû ve avakirinê û çareserkirina encamên wêraniyê tu bernameyeke diyar tune ye.

Me dîmenên wêraniya li çend gundên bajarokê Zirganê kişandin. Di dîmenan de xanîyên hilweşiyayî û wêraniya li binesaziyê bûye diyar dibin.

Koçberan bang li rayedarên têkildar ên hikumeta demkî û rêxistinên navneteweyî kir ku beramber zirara ku li mal û gundên wan hatiye kirin, alîkariya darayî bidin wan. Her wiha daxwaz kirin ku rêxistinên mirovî bikevin herêmê û rewşa gundên wêranbûyî bişopînin da ku koçber bikarin vegerin û jiyana xwe piştî salên koçberiyê ji nû ve ava bikin.

(k)

ANHA