Arîşeya di navbera du malbatan de hate çareserkirin

Êl û eşîrên bajarê Reqayê û nûnerên saziyên sivîl, du malbatên ji eşîrên Begara û El Ehwes li hev anîn.

Arîşeya di navbera du malbatan de hate çareserkirin
24 hezîran, 2025   12:14
REQA

Di navbera du malbatên ji eşîrên Begara û El Ehwe yên bajarê Reqayê de pevçûn çêbûbû û di encamê de 2 kesên ji eşîra Begara birîndar bûbûn.

Êl û eşîrên bajarê Reqayê û nûnerên saziyên sivîl roja 22`yê Hezîranê her du malbat li hev anîn.

Endamên Meclisa Rûspiyan, şêx û rûspiyên ji kantona Reqayê, nûnerên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, ji şêxên eşîra Begara şêx Xalid El Meyzer, şêxê eşîra El Ehwes şêx Kinama El Xelîl û şêx Mihemed Nûr El Dîb û rûspiyên ji eşîrên Seyf El Zaher El Evadile û El Cihêşat beşdarî civîna lihevhatinê bûn.

Beşdararan bal kişand ser girîngiya pêşxistina nirxên lihevhatin û xwişk û biratiyê û xwest hemû arîşe û pirsgirêk bi diyalogê werin çareserkirin.

Beşdaran her wiha spasiya Nivîsgeha Têkiliyan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê, Nivîsgeha Têkiliyan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Komîteya Lihevhatina Civakî, Desteya Kar û Barên Olî û serokên eşîr û êlên li kantona Reqayê kir ku ev lihevhatin pêk aniye.