Ji bo malbatên ji kampa Holê vegeriyane dewreyên perwerdeyê tên vekirin

Navenda Kar û Barên Civakî ya Kantona Reqayê ji bo malbatên ji kampa Holê vegerîne, dewreyeke perwerdeyê li dar xist. Li navendê ji 149 jinan re xebat hatiye pêşkêşkirin û ji 16 jinên din jî dewre hatiye vekirin.

Ji bo malbatên ji kampa Holê vegeriyane dewreyên perwerdeyê tên vekirin
Ji bo malbatên ji kampa Holê vegeriyane dewreyên perwerdeyê tên vekirin
Ji bo malbatên ji kampa Holê vegeriyane dewreyên perwerdeyê tên vekirin
Ji bo malbatên ji kampa Holê vegeriyane dewreyên perwerdeyê tên vekirin
Ji bo malbatên ji kampa Holê vegeriyane dewreyên perwerdeyê tên vekirin
Ji bo malbatên ji kampa Holê vegeriyane dewreyên perwerdeyê tên vekirin
Ji bo malbatên ji kampa Holê vegeriyane dewreyên perwerdeyê tên vekirin
Ji bo malbatên ji kampa Holê vegeriyane dewreyên perwerdeyê tên vekirin
2 hezîran, 2024   06:17
REQA
DÎMA MIHEMED

Desteya Kar û Barên Civakî û Xebitandinê ya Kantona Reqayê 29`ê Çileyê Navenda Kar û Barên Civakî vekir. Bi rêya vê navendê, xebatên civakî ji beşên civakê re têne pêşkêşkirin.

Navend ji 11 nivîsgehan pêk tê; nivîsgeha birêvebirina rewşê û piştgiriya derûnî, nivîsgeha jinan, nivîsgehên rêxistinî û rêveberî. Di navendê de dewreyên têkildarî piştgiriya derûnî, pîşeyî, pêşxistina şiyanan têne lidarxistin û xebatên civakî, qanûnî, piştgiriya beşên civakê mîna jinên bî, sêwî, kesên temenmezin û astengdaran tê kirin. Her wiha ji malbatên ji bo kampa Holê vedigerin jî, alîkarî tê dayîn.

Li navendê gelek dewreyên perwerdeyê ji bo malbatên ji kampa Holê vegerîne, hatin vekirin. Heta niha 149 jin tev li wan dewreyan bûne. Di dewreyên pîşeyî de, rêbazên fêrbûna pîşeyan, mîna çêkirina madeyên paqijiyê, mast û şîr têne dayîn. Her wiha di dewreyên bîrdozî de, şêwirên qanûnî û bendên têkildarî mafên jinan têne dayîn. Li kêleka wê jî gelek çalakiyên din li dar dikevin, mîna çandina daran.

Hevserokê navendê El Muntasir Fehmî têkildarî mijarê got: “Bi rêya bernameyan jinên ji kampê vedigerin, tev li civakê tên kirin.”

Fehmî destnîşan kir ku gelek plansazî û projeyên wan têkildarî projeyên parastinê û pêşxistina behreyên zarokan hene da ku bikarin tev li civakê bibin.

Heta niha li navendê 6 dewre ji aliyê tîmên pispor ve di gelek qadan de hatine vekirin.

Fehmî wiha domand: "Niha me dewreyeke nû bi tevlêbûna 16 jinan ên ku ji kampa Holê vegerîne, vekir. Tîmên pispor ên çêkirina madeyên paqijiyê û çawa sûdê ji alîkariyên ku rêxistinên din pêşkêş dikin, bigirin, dewreyê bi rê ve dibin. Ji bo ku jin bikarin di dawiyê de projeyên xwe vekin û aboriya xwe bi pêş bixin."

Jina bi navê Ebîr El Şêx ji kampa Holê vegeriye. Ebîr spasiya rêveberiya navendê kir ku piştgiriya wan dike û wiha domand: "Navendê gelek projeyên aborî ji me re pêşkêş kirin ji bo ku alîkariya me bike. Ez tev li dewreya çêkirina madeyên paqijiyê bûm û piştî bidawîbûna dewreyê, rêveberiya navendê dê piştigriya me bike da ku projeyên xwe çêkin û xwe bi pêş bixin.”

Heta niha 633 malbat anku 2 hezar û 241 kes ji kampa Holê vegeriyane Reqayê.

(şx)

ANHA