Jinên Efrîn û Şehbayê: Azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya me ye

Jinên Efrîn û Şehbayê cezayê dîsiplînê yê li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar ku heya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan wê çalakiyên xwe berdewam bikin.

Jinên Efrîn û Şehbayê: Azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya me ye
2 hezîran, 2024   02:35
ŞEHBA

Jinên Efrîn û Şehbayê têkildarî tecrida girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û cezayên dîsiplînê yên li dijî wî, ji ajansa me re axivîn.

Şêrîn Ehmed destnîşan kir ku ev 3 sal e tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan naye girtin û got: “Rêber Apo tu carî ji gel qut nabe. Ji ber ku gelê Kurd azadiya xwe di azadiya Rêber Abdullah Ocalan de dibîne.”

Almaz Hiso jî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker qedexeya hevdîtinê bi malbat û parêzeran re, tê wateya tirsa wan ji fikir û felsefeya Rêber Ocalan û şikandina vîna gelê azadîxwaz.

Sozan Oso jî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: “Ez ji gelê Ereb im, min xwe bi Rêber Apo re nas kir. Ji ber vê dibêjim heta Rêber Abdullah Ocalan bi fizîkî azad nebe em jî nikarin azad bibin.”

Lemye Ebes a ji pêkhateya Ereb jî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: "Ji bo jinên Ereb fikir û felsefeya Rêber Apo bû rêya ronahiyê û rêya çareseriyê.”

ANHA