Geir Pedersen bi rayedareke amerîkî re krîza Sûriyeyê nîqaş kir

Nûnerê taybet bi Sûriyeyê di hevdîtina xwe bi berpirêsa Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê re diyar kir ku meylên der barê tiştên li Sûriyeyê rû didin ji bilî xebateke siyasî ya rasteqînê ber bi başiyê ve naçin û divê tevahî aliyên Sûriyeyê di vê xebatê de beşdar bin.

Geir Pedersen bi rayedareke amerîkî re krîza Sûriyeyê nîqaş kir
1 hezîran, 2024   18:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê sekreterê giştî yê NYˊê bo Sûriyeyê Geir Pedersen bi sekretera alîkara Nivîsgeha Kar û Barên Rojhilata Navîn a Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê Barbara Leaf re civiya û dosyaya Sûriyeyê hewldanên der barê xebata siyasî de nîqaş kirin.

Li ser Xˊê der barê hevdîtinê de Pedersen got: "Em vê civînê û nîqaşên kûr bi balyoz Barbera Leaf re li ser dosyaya Sûriyeyê û hewldanên NYˊyê yên ji bo hêsankirina xebata siyasî li gorî biryara 2254ˊan bi nirx û girîng dibînin."

Pedersen berdewam kir û got: "Meylên der barê tiştên li Sûriyeyê rû didin ji bilî xebateke siyasî ya rasteqînê ber bi başiyê ve naçin û divê tevahî aliyên Sûriyeyê di vê xebatê de beşdar bin."