Hizbullahê êrişî baregeheke Îsraîlê kir

Hizbullaha Lubnanê ragihand ku wê bi moşekan li baregeha hewayî ya Mîron a Îsraîlê daye.

Hizbullahê êrişî baregeheke Îsraîlê kir
27 sibat, 2024   11:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Hizbullahê îro ragihand ku wê bi 40 moşekan li baregeha çavdêriya hewayî ya Mîron a li bakurê Îsraîlê xistiye. 

Hizbullahê diyar kir ev êriş wek bersiva êrişa Îsraîlê ya duh a li ser herêma Belebek a rojhilatê Lubnanê ye.

Hizbullahê duh bi moşekên katyûşa baregeha fermandariya Firqeya Leşlerî ya Îsraîlê ya li girkê Colanê kiribû hedef.

Di êrişa Îsraîlê ya duh a li dijî herêma Belebek a rojhilatê Lubnanê de 2 endamên Hizbullahê hatibûn kuştin.

 (bb)