Ji bo gerîllayê HPG'ê Mihemed Mehmûd Ehmed merasîmeke xiyabî hat lidarxistin

Bi dehan şêniyên bajarê Hesekê di merasîma konê sersaxiya gerîlayê HPG’ê de soza domandina têkoşînê da û diyar kir ku ewê tu carî li hember êrişên dijmin gav bi paş ve ne avêjin.

2 cotmeh, 2025   12:05
HESEKÊ

Meclîsa Malbatên Şehîdan ya bajarê Hesekê ji bo gerîlayê Hêzên Parastina Gel (HPG) Mihemed Mehmûd Ehmed (Amed Zap) ku di 12’ê Sibata 2025’an li herêma Heftenînê şehîd bûbû li taxa Miftî ya bajarê Hesekê merasîmeke xiyabî lidar xist.

Endam û rêveberên Meclîsa Malbatên Şehîdan, Meclîsa Leşkarî, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û bi dehan şêniyên bajarê Hesekê tevlî merasîma konê sersaxiyê bûn.

Di konê sersaxiya merasîmê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, wêneyên Şehîd Mihemed Mehmûd û şehîdên şoreşê hatin daliqandin û dirûşmeyên "Şehîd Namirin" hatin berzkirin.

Piştî deqeyek rêzgirtin Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ehmed Hirêz axivî.

Ehmed Hirêz sersaxî ji malbata şehîd Mihemed Mehmûd Ehmed re xwest da zanîn ku şehîd Mihemed ne kesayetekî ji rêzê ye û diyar kir ku bi têkoşîna xwe bû meşale û rêya rêhevalên xwe ronî kiriye.

Ehmed di dawiya axaftina xwe de got; “Şahadeta rêheval Ehmed windahiyeke mezin bû, wê şahadeta wî ji bo me destpêka sozeke nû ye a ji bo domandina têkoşînê. Em ê heya pêkanîna xeyalên azad yên şehîdan têkoşîna xwe berdewam bikin.”

Endamê Biryargeha Leşkerî ya Herêma Cizîrê Dêrsîm Hesekê jî di axaftina xwe de qala kesayetiya şehîd Mihemed kir û got; “Heya malbatên weke malbata welatparêz ya Şehîd Mihemed hebin wê tu carî dijmin nikaribe vîna me têk bibe.”

Dêrsîm Hesekê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew di rojên ku herî nêz yên ber bi azadiyê ve ne û diyar kir ku ew ê ji bo rûmet û keremeta xwe tu carî gav bi paş de ne avêjin.

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd Mihemed Mehmûd Ehmed hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

(bm-cm/ha)

ANHA