Çekdarên hikumeta veguhêz derdora Bendava Tişrînê topbaran dikin

Piştî êrişa duh a giran a komên çekdar ên hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ya li dijî Bendava Tişrînê û deverên derdora wê, bêdengiyeke qismî heye. Derdora bendavê dem bi dem tê topbarankirin.

Çekdarên hikumeta veguhêz derdora Bendava Tişrînê topbaran dikin
2 cotmeh, 2025   11:43
BENDAVA TIŞRÎNÊ

Li gorî agahiyên nûçegihanên me dane, piştî ku duh êrişek ji hêla komên çekdar ên hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve li dijî Bendava Tişrînê û deverên derdora wê pêk hat, niha bêdengiyek heye. 

Nûçegihanan diyar kir ku li gel ku bêdengiyeke qismî heye, lê car bi car komên çekdar derdora bendavê topbaran dikin.

Duh jî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku komên çekdar ên girêdayî hikumeta veguhêz çekên giran ên wekî tank û topavêj bi kar anîn; bendav û deverên derdorê topbaran kirin. QSDˊê dabû zanîn ku ev êriş li dijî avahiyên xizmetguzariyê û jiyana sivîlan xetereyeke mezin e.

QSDˊê diyar kiribû ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê berpirsa van êrişan e û aşkera kiribû ku mafê hêzên wan e di çarçoveya parastina rewa de sivîl û avahiyên xizmetguzariyê biparêzin.

(fr)