Ji Foza Yûsûf peyam: Divê pergala Îmraliyê hilweşe

Endama Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsûf peyamek ji bo meşa "Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" a ku ji aliyê TJA'yê ve hatiye destpêkirin şand û got, "Ji bo ku ev pêvajo bi ser bikeve, divê pergala Îmraliyê were hilweşandin.

Ji Foza Yûsûf peyam: Divê pergala Îmraliyê hilweşe
2 cotmeh, 2025   12:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Jinên Azad (TJA) meşa xwe ya bi dirûşmeya "Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" ku ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kiriye, didomîne. Di roja duyemîn a meşê de, ku li bajarê  Amedê a bakûrê Kurdistan dest pê kir, jin ji Jurnê Reşê berê xwe dan Helfetî ya Rihayê ya bakurê kurdistanê.

Endama Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsûf peyama piştgiriyê ji bo meşê şand.

Peyam wiha ye:

 "Bi navê hemû jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ez silavên germ û hezkirina xwe ji bo hemû jinên ku beşdarî vê meşa bi rûmet dibin re dişînim. Jinên ku daxwaza azadiyê dikin, Rêber Apo li Tirkiyeyê pêvajoyek dîrokî da destpêkirin. Armanca wî ew e ku hemû pirsgirêkan bi awayekî aştiyane li ser navê gelan û jinan çareser bike. Em bawer dikin ku ev ne tenê ji bo Bakur, lê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn mifteya vejîneke nû ye. Ew ê pirsgirêkan di bingeha xwe de çareser bike. Ji bo ku ev pêvajo bi ser bikeve, divê pergala Îmraliyê were hilweşandin û Rêber Apo di şert û mercên azad de siyasetê bike. Ji ber vê yekê, em dengê xwe bi dengê we re dikin yek û dibêjin: dem dema azadiya Rêber Apo ye. Bi îradeya jinan, em dikarin hemû astengiyan ji holê rakin. Bijî têkoşîna hevpar a jinan. Bijî şoreşa me ya 'Jin jiyan azadî'."