Ji bo gerîlayê HPG’ê Qehreman Kobanê merasîmek hat lidarxistin

Ji bo gerîlayê HPG’ê Qehreman Kobanê (Mistefa Henîfî) yê ku 17’ê Hezîrana 2019’an li Zapê şehîd bûbû, merasîmek hat lidarxistin.

Ji bo gerîlayê HPG’ê Qehreman Kobanê merasîmek hat lidarxistin
Ji bo gerîlayê HPG’ê Qehreman Kobanê merasîmek hat lidarxistin
Ji bo gerîlayê HPG’ê Qehreman Kobanê merasîmek hat lidarxistin
Ji bo gerîlayê HPG’ê Qehreman Kobanê merasîmek hat lidarxistin
Ji bo gerîlayê HPG’ê Qehreman Kobanê merasîmek hat lidarxistin
Ji bo gerîlayê HPG’ê Qehreman Kobanê merasîmek hat lidarxistin
Ji bo gerîlayê HPG’ê Qehreman Kobanê merasîmek hat lidarxistin
Ji bo gerîlayê HPG’ê Qehreman Kobanê merasîmek hat lidarxistin
Ji bo gerîlayê HPG’ê Qehreman Kobanê merasîmek hat lidarxistin
30 hezîran, 2025   14:40
KOBANÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê ji bo gerîlayê HPG’ê Qehreman Kobanê (Mistefa Henîfî) yê ku 17’ê Hezîrana 2019’an li Zapê şehîd bûbû, merasîmê sersaxiyê li dar xist.

Konê sersaxiyê li gundê Koranê yê bajarê Şêranê bi amadebûna bi sedan endamên sazî û dezgehên girêdayî Rêvberiya Xwaser û malbatên şehîdan, partiyên siyasî û hêzên leşkerî pêk hat.

Girseya gel bi dûrişmên "Bijî berxwadana gerîla" û"Şehîd namirin" berê xwe dan konê sersaxiyê û merasîmek pêk hat.

Merasîm bi deqeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre li ser navê malbata şehîd Qehreman Kobanê,  Xelîl Muslim axivî û wiha got: "Em bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo û berxwedana gerîlayên azadiyê em bi ser ketin. Em bi rêzdarî bejna xwe li hember giyanên şehîdan bitewînin. Gerîlayên wek Qehreman û rêhevalên wî em bi hêz kirine ku li hember dijmin têkoşîn bikin. Em soz didin ku em xewn û xeyalên wan pêk bînin."

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Sara Xelîl sersaxî ji malbata şehîd Qehreman re xwest û ev tişt anî ziman: "Qehreman û bi sedan hevalên wek wî tekoşîn kirin û bi qehremanî şehîd bûn. Şehîd Qehreman desthilatdarî qebûl nedikir û berê xwe da çiyayên azad, li wir têkoşîneke pê hempa li hember êrişên dagirkeriyê  kir. Em jî soz didin wan ku em ê şopdarên rêya wan bin û em ê tu carî dest ji vê xeta azadî û demokrasiyê bernedin."

Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê ya şehîd Qehreman Kobanê hate xwandin û radestî malbata wî hate kirin.

Merasîma sersaxiyê bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(mm/bb)

ANHA