Ji bo ciwanan pêşbirka ramyarî

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê li bajarê Dirbêsiyê pêşbirkek ramyarî ji bo ciwanan li dar xist. Dê navên kesên serketî paşê werin eşkerekirin.

Ji bo ciwanan pêşbirka ramyarî
Ji bo ciwanan pêşbirka ramyarî
Ji bo ciwanan pêşbirka ramyarî
Ji bo ciwanan pêşbirka ramyarî
Ji bo ciwanan pêşbirka ramyarî
10 tebax, 2025   13:28
HESEKÊ

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê li bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê, pêşbirkek ramyarî li dar xist. Pêşbirk li navenda tevgerê ya li bajêr, bi beşdariya 11 ciwanên xort keç hate lidarxistin.

Di pêşbirkê de der barê mijarên ramyarî, dîrokî, çandî, civakî û neteweyî de pirs hatin kirin.

Komîteya amadekar diyar kir ku armanca vê çalakiyê ew e ku zanebûna ramyarî û neteweyî di nav nifşê ciwan de bi hêz bikin û mîrateya têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd bi wan bidin nasîn da bi awayekî çalak tevlî jyana çandî û siyasî ya civakê bibin.

Biryar e ku navên kesên serketî di çalakiye cuda de werin eşkerekirn û xelat werin dayin.

(k)

ANHA