Li dijî tundiya li ser jinan kampaniya dest pê kir

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê, li dijî tundiya li ser jinan û bi armanca pêşxistina têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, kampaniyaya da destpêkirin.

Li dijî tundiya li ser jinan kampaniya dest pê kir
10 tebax, 2025   13:19
REQA

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê  ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sernavê “Bi rêxistinbûna jinan civak hevgirtî dibe” li dijî tundiya li ser jinên Sûriyeyî, bi armanca têkoşîna li dijî tundiya li ser tevahî jinan û  berxwedana li dijî kirinên li dijî mafê jinan, kampaniyaya da destpêkirin.

Kampaniya bi daxuyaniyekê hate ragihandin. Daxuyanî bi beşdarbûna hejmarek çalakvanên jin, endamên rêxistinên jinan û saziyên bajar ve ji aliyê endama Buroya Perwedeyê ya Meclisa Jinan a Kombûna Zenûbiya Buşra El Elî ve hate xwendin.  Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku pêwiste jin werin pêşxistin û pişgiriya wan were kirin, da karibin li dijî hemû cûreyên binpêkirinan parastina xwe misoger bikin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku jinên rêxistinkirî û bi hêz dikare bandoreke erênî di malbat û civakê de çêbike.

Di daxuyaniyê hate xuyakirin ku jin di xwazaya xwe de bi rola pêşengtiyê radibe û hate diyarkirin ew ê ji bo belavkirina zanista hiqûqî di nava jinan de têkoşîna xwe mezinkir bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li jinan hate kirin ku tevlî kampaniyaya wan a dê mehekê dewam bike, bibin û rola xwe di pêkanîna guhertinên demokratîk ên rastîn de, pêk bînin. 

Kampaniya dê mehekê dirêj bike, di vê mehê de wê li bajarê Reqa û bajarokên girêdayî wê bi armanca gihandina hejmara herî zêde ya jinan, çalakiyên meydanî û civakî werin lidarxistin.

(dc)

ANHA