Ji bo bîranîna şehîd Dilîşan dar çandin

Dayik û rêhevalên nûçegihana me Dilîşan Îbiş û endamên Desteya Jîngehê di salvegera 8’an a şehadeta wê de dar çandin.

Ji bo bîranîna şehîd Dilîşan dar çandin
Ji bo bîranîna şehîd Dilîşan dar çandin
Ji bo bîranîna şehîd Dilîşan dar çandin
Ji bo bîranîna şehîd Dilîşan dar çandin
Ji bo bîranîna şehîd Dilîşan dar çandin
Ji bo bîranîna şehîd Dilîşan dar çandin
Ji bo bîranîna şehîd Dilîşan dar çandin
Ji bo bîranîna şehîd Dilîşan dar çandin
Ji bo bîranîna şehîd Dilîşan dar çandin
Ji bo bîranîna şehîd Dilîşan dar çandin
Ji bo bîranîna şehîd Dilîşan dar çandin
Ji bo bîranîna şehîd Dilîşan dar çandin
Ji bo bîranîna şehîd Dilîşan dar çandin
Ji bo bîranîna şehîd Dilîşan dar çandin
13 cotmeh, 2025   12:05
KOBANÊ

Bi boneya salvegera 8`an a şehadeta nûçegihana me Dilîşan Îbiş, dayik û rêhevalên Dilîşan û endamên Desteya Jîngehê ya Kantona Firatê bi dehan darên çinarê li girê Miştenûr a bajarê Kobanê çandin.

Dayika şehîd Dilîşan Îbiş, Semşe Mihemed Elî  û Hevserokê Meclisa Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) a Kantona Firatê Mihemed Mistefa ji ajansa me re nêrînên xwe anîn ziman.

Semşe Mihemed Elî anîn ziman ku şehîd Dilîşan ji daran hez dikir, lew ra di salvegera 8`an a şehadeta wê de daran diçînin.

Mihemed Mistefa bi bîr xist ku duh salvegera şehadeta şehîd Dilîşan bû û got: "Duh me şehîd Dilîşan li Pakrewangeha Şehîd Dicle li ser gora wê bi bîr anî. îro jî em rojnemevanên li Kantona Firatê kar dikin, li ser girê Miştenûr daran biçînin."

Mihemed anî ziman diyar  ku dê xeta şehîd Dilîşan bidomînin û dengê heqîqetê ji cîhanê re ragihînin.

(sş/bb)

ANHA