Ji 2 jinan agahî nayê wergirtin

Li Laziqiyê û Tertûsê 2 jinên ciwan di rewşên biguman de winda ne.

Ji 2 jinan agahî nayê wergirtin
13 cotmeh, 2025   13:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih dane, ji duh (6 Cotmeh) ve agahî ji jina bi navê Nima Mihemed Îbrahîm (34) nayê wergirtin.

Çavkaniyan diyar kir ku Nima ji gundê Xirbe Meza yê Tertûsê ye, dema ji gundê xwe ber bi bajar ve bi rê ket, agahî jê nayê wergirtin.

Hate ragihandin ku xwendekara sala 5’an a beşa Şêwira Dirûnê ya Zanîngeha Laziqiyê Hedîn Ecdarî duh piştî ji zanîngehê derket agahî jê qut bûne.

Ji êvara şemiyê (10 Cotmeh) ve, agahî ji jina bi navê Semer Îsmaîl nayê wergirtin. Semer dayika 4 zarokan e, dema ji mala xwe diçû mala xwişka xwe ya li taxa Detûr agahî jê nayê wergirtin.

Her wiha ji zarokê bi navê Mihemed Qeys Heyder jî yê ji 8’ê Cotmehê ve li pêşiya dibistana xwe ya li taxa Meşrû 10 a bajarê Laziqiyê ji aliyê komeke çekdar ve hatibû revandin, agahî nayê wergirtin. Piştî vê bûyerê bangên boykotkirina dibistanan hatibûn kirin.

(bb)