Komîteyek ewlehî û leşkerî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Şamê ye

Komîteyek leşkerî û ewlehiyê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li paytexta Sûriyeyê Şamê ye. Komîte dê mijarên ewlehî û leşkerî bi rayedarên hikûmeta veguhêz re gotûbêj bike.

Komîteyek ewlehî û leşkerî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Şamê ye
Komîteyek ewlehî û leşkerî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Şamê ye
13 cotmeh, 2025   11:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanên me ragihand ku komîteyeke leşkerî û ewlehiyê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê duh êvarê gihîşt paytexta Sûriyeyê Şamê.

Komîte ji endamên Fermandariya Giştî ya QSD’ê Sozdar Hacî û Sîpan Hemo, berdevkê QSD’ê Ebcer Dawud û ji fermandarên QSD’ê Şakir Ereb, ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Dilêr Hisên Temo, Elî Xidir El Hesen, Mistefa Mehmûd Delî, Aho Êlyo Lehdo, cîgira hevserokên Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Arîn Mistefa pêk tê. Endamên komîteyê dê bi rayedarên leşkerî û ewlehiyê yên wezaretên parastin û karên hundirîn ên hikûmeta veguhêz re mijarên ewlehî û leşkerî gotûbêj bikin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî 11’ê Cotmehê di hevpeyvînekê li gel Ronahî Tv de ragihandibû ku komîteyeke leşkerî û ewlehiyê dê di demek nêzîk de biçe Şamê.

Hêjaya bibîrxistinê ye ku wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, wezîrê Parastinê Yaşar Guler û rêveberê Îstîxbaratê Îbrahîm Kalin duh li Enqerê bi Wezîrê Karên Derve yên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê Eseed Şêbanî, wezîrê Parastinê Murhef Ebû Qesra û rêveberê Îstîxbarata Giştî Huseyîn Selame re civiyabûn.

(k)

ANHA