‘Ji bo azadiyê em dengê xwe bilindtir bikin’

Welatiyên ji Dêrikê bang li her kesî kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dakevin qadan û dengê xwe bilindtir bikin.

‘Ji bo azadiyê em dengê xwe bilindtir bikin’
26 mijdar, 2024   05:10
QAMIŞLO
KELSÛMA ELÎ

 Şêniyên bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê pergala îşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku dê têkoşîna li hemberî vê pergalê bidomînin.

Ehmed Mihemed diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan mirovahiyê diparêze û nameya wî ya dawî nîşan dide ku ew dikare şer û pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bike.

Ehmed Mihemed destnîşan kir ku pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan xurtkirina yekitiyê pêwîst dike û got azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah rêya aştî û çareseriyê vedike.

Mihemed Emîn jî pesnê ramanên azad ên Rêber Abdullah Ocalan û bandora wan a li ser gelan da û wiha domand: "Gelê Kurdistanê ê ku bi salan rastî înkarê hatibû ji bo çareserkirina doza xwe serî hilda. Gel projeya neteweya demokratîk wekî çareserî ji bo pêkvejiya tevahî pêkhateyan û li dijî siyasetên dewletên desthilatdaar ên kapîtalîst dît û di jiyanê de pêk anî. Dewletan komplo li dijî wî pêk anî da ku ramanên wî yên banga edalet û jiyana hevbeş dikin, asteng bikin."

Emîn anî ziman ku hevdîtina biraziyê Rêber Abdullah Ocalan ne bes e û got "Divê têkoşîn were mezinkirin heya ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were. Em ê ji aliyê xwe ve vê berpirsyartiyê bi cih bînin."

Her wiha Bedredîn Omer jî got: "Têkoşîn û berxwedan pêwîst in. Em bi hev re dakevin qadan bila dengê me bi banga azadiya fîzîkî ya Rêbertî bilind bibe heya ku pêk were. Rêbertî dîrokek e ku bi têkoşîna ji bo azadiya gelên bindest dagirtî ye."

(bb)

ANHA