Koma Kevneşpoî ya Reqayê dîsa zindî bû

Koma Kevneşopî ya Reqayê ku stranên gelêrî zindî dike, piştî rizgarkirina bajêr ji çeteyên DAIŞ'ê, dîsa xwe komî ser hev kir. Niha ji bo zindîkirina stranên gelêrî û pêşxistina behreyên hunerî, di bin sîwana Navenda Çandê de xebatên xwe didomîne.

Koma Kevneşpoî ya Reqayê dîsa zindî bû
Koma Kevneşpoî ya Reqayê dîsa zindî bû
Koma Kevneşpoî ya Reqayê dîsa zindî bû
Koma Kevneşpoî ya Reqayê dîsa zindî bû
Koma Kevneşpoî ya Reqayê dîsa zindî bû
Koma Kevneşpoî ya Reqayê dîsa zindî bû
26 mijdar, 2024   07:10
REQA
MIHEMED XELÎL

Koma Kevneşopî ya Reqayê di sala 1970’yan de ji aliyê Îsmaîl El Ecêlî ve hatiye damezirandin.

Di xebatên xwe de kom bi stranên gelêrî yên bajarê Reqayê ve mijûl dibe, ji ber ku Reqa bi stranên kevneşopî navdar e û berê jî navê komê li Rojhilta Navîn belav bûbû.

Komê ji dema damezirandina xwe ve, bala ciwanan kişandibû. Kom beşdarî festîvalên navneteweyî yên li Rojhilata Navîn bûye, wek festîvala Dohayê ya sala 2009’an.

Piştî ku çeteyên DAIŞ`ê di sala 2014`an de Reqa dagir kir, xebatên komê rawestiyan. Di sala 2017`an de Reqa ji hêla Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve hate rizgarkirin û êdî ev kom jî ji nû ve zindî bû û strana xwe ya yekem li bin Pira Kevn a bajêr, wek destpêkirina wê ya nû, pêşkêş kir.

Der barê komê de rêveberê komê Kemal El Mûsa diyar kir ku ji ber rewşa herêmê û hatina çeteyan a li herêmê xebatên komê rawestiyabûn.

Kemal El Mûsa destnîşan kir ku piştî rizgarkirina Reqayê, komê dest bi karê xwe kir, bi armanca zîndîkirina stranên kevnar ên gelêrî kir û got: “Me ji bo komkirina endamên komê zehmetiyên mezin kişandin, lê em dawiyê de di roj 8’ê Sibata 2019’an de di bin Pira Kevn a Reqayê de kom bûn da ku em ji nû ve koma xwe ava bikin.”

El Mûsa diyar kir ku kom ji nivîskarê stranan û serkêşê komê Ebdulrehîm El Şuweym û 9 endamên jin û mêr pêk tê. El Mûsa tekez kir ku xebatên komê ji bo kantona Reqayê girîng in, ji ber ku ew nûneriya kevneşopa kantonê dike û ev li gotinên xwe zêde kir: "Em pêşwaziya kesên behremend dikin, wan bi pêş dixin û wan fêrî amûrên muzîkê yên mîna def, zirne û kemanceyê dikin. Em karê xwe di bin sîwana Navenda Çandê ya kantonê de dikin.”

El Mûsa destnîşan kir ku kom şagirtên ji hemû temenan bê pere fêr dike û got jin di komê de xwedî roleke sereke ne û bi awayekî çalak beşdarî festîval û çalakiyan dibin.

Kemal El Mûsa diyar kir ku koma wan bi alîkariya Navenda Çandê beşdarî çalakî û festîvalên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûye.

Koma Kevneşopî di gelek xebatên vê dawiyê de cih girtiye ku ji aliyê Desteya Çand û Hunerê û Tevgera Mozopotamya ya Çanda Demokratîk ve hatine kirin.

(k)