Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û xweparastina jinan - HÊVÎ HESEN

Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û xweparastina jinan - HÊVÎ HESEN
26 mijdar, 2024   04:10

"Mafê xweparastinê, heta ku di her astê û her demê de beralîkirineke neheq li ser nirxên jiyanî hebe, şert û merc çi dibin bila bibin, ji bo parastina hebûnê û mîsogerkirina azadiya wê, çalakiyeke pîroz e."

Kuştina jinan, hem ji aliyê zayendî hem jî ji aliyê çawaniyê ve di hemû qonaxên dîrokê de îfadeya bi rengê zayendperestiyê, qirkirina herî berfireh îfade dike. Ji bo xuyakirina pêkve ya mêtingeriya sîstematîk a çandî, îdeolojîk, sosyolojîk û fîzîkî, hewcedariyeke ji her tiştî girîngtir e. Lewma jî qirkirina jinan divê wek qirkirina civakê bê dîtin. Ji ber ku dîrok, dîrokeke sîstematîk a qirkirinê ye. Ji bo pêzanîna vê dîrokê, divê bê fehmkirin ku kuştina jinan awayekî kedxwariyê ye ku pir berfireh e û tenê di warê tundiya fîzîkî yan jî meyla biyolojîk de bê îfadekirin. Lê di dîroknûsîya pozîtîvîst a bi serdestiya mêran de, pirsgirêkek e ku di rabirdû û dema niha de jî nayê qebûlkirin. Ji ber ku ne tenê ji bo pirsgirêka jinan, ji bo tevahiya mirovahiyê wê pêwîstî bi nêzîkatiyeke cuda heye. Heke qirkirina jinan bê qebûlkirin, ev biryardarî bi xwe dibe sedem ku têkiliya dîrok, civak û dewletê ya alîgirê azadiyê ji nû ve bê nirxandin û avakirin.

ZAYENDKUJÎ BI ŞÊWEYÊN CUDA DEWAM DIKE

Polîtîkayên qirkirina zayendî yên sîstema serdestiya mêran a li hemberî jinan, ji çîrokên yekjimar heta bi yên pirjimar, bi şêweyên cuda dewam dikin. Zayendkujî, nikare wek 'tundiya li herêmên şer û pevçûn lê diqewimin; tundiya zayendî, tundiya li kargehan’ were vegotin, ji ber ku pergaleke hevgirtî ye. Li ser bingeha polîtîkayên çewt, nîjadperestî, mêtingerî, zayendperestî, olperestî û tevna modernîteya kapîtalîst tifaqên cuda ava dike. Li qadên şer an jî li dewletên 'herî pêşketî' yên modernîteya kapîtalîst, li dijî jinan şerekî neîlankirî tê meşandin.

DI ŞERÊN PARVEKIRINÊ YÊN HEGEMONAN DE REWŞA JINAN

Ji destpêka dîroka baviksalariyê ve ku hemû nirxên sîstema dayiksalariyê têk birine û hegemonyaya xwe îlan kiriye heta niha, li cîhanê tu carî şer bi dawî nebûne. Jinan her tim refleksa şer û nakokiyan a li ser civakan, bi awayekî herî tund hîs kiriye. Hêza serdestiya mêran a faşîst a netewedewletparêz, amûra desthilatdariyê ya kevneşopa dewleta baviksalar di sedsala dawîn de kuştina jinan li her qadekê gaveke din bi pêş ve bir. Bi stratejiya 'ewilî li jinan bidin’ di hemû şerên li ser civakan, gelan û nasnameyan de, ewilî jinan dikin armanc. Di sedsalên 20 û 21' an de di şerên hegemonya û parvekirinan de bi sed hezaran jin tûşî tecawiz an jî îstîsmara zayendî ya leşkeran bûn. Tecawiza ku li herêmên şer û pevçûnan sûcê şer ê herî bêexlaq ê li dijî jinan e, wek amûreke hilweşadnina exlaqî ya aliyê din û civakkujiyê tê bikaranîn.

Ne tesaduh e ku jin di şeran de hedefa tecawiz, tacîz û her cure zextan bin. Desteserkirina jinan, desteserkirina erdnîgarî û civakê ye. Bi taybetî di civakên Rojhilata Navîn de jin wek xak tê nasandin.

‘EWILÎ LI JINAN BIDIN’

Li aliyekî din, namûsa ku di feraseta mêran û sîstema bi kodên zayendî de tê pênasekirin, sedema bingehîn e ku tundiya li hember jinan xwe bigihîne encamê. 'Qirêjîkirina' jinan an jî ‘desteserkirina wê’ wek karesata mêran tê dîtin. Pergala ku jinan dike milk, dike ku tundî jî di serî de berê xwe bide wê. Ji bo vê jî bedena jinan wek qada destpêkê ya fetihkirina desthilatên mêran ên mêtinger-dewletperest tê dîtin. Ji bo vê jî dirûşma bingehîn a modernîteya kapîtalîst tim bûye “Ewilî li jinan bidin”. Ne tesadûf bû ku Sirbên li Bosnayê, faşîzma Hîtler a li Almanyayê, barbariya DAIŞ'ê ya li Şengalê û hwd, tecawiz wek amûr û taktîkeke şer bi kar anî.

NABE KU PARASTINA JINAN LI BER REHMA MÊRAN BIHÊLIN

Lê belê dîroka civakî ku beriya dîroka şaristaniyê bi hezaran salan dewam kir, di afirandina mêjî, hest û ramanên mirovahiyê de û di pêkhatina van pêşketinan de wek xweparastina mirovahiyê pêvajoyeke girîng e. Lewma dê şaşiyeke mezin be ku mirov dîroka civakî û ya jinan ku hêza wê ya afirîner, rêveber û parêzvan e, her wiha dîroka jinan, kêm bibînw. Lewma jî têgihiştin û nivîsandina rast a dîroka civakî, nivîsandina xweparastina wê dîrokê, dê bingeha xweparastina îro be.

Bê guman divê em hêzên klasîk ên milîtarîst û qadên şoreşa civakî ku xwedî bîrdoziyeke azadîparêz û xweparastinê ne, ji hev cihê bikin. Ji ber ku parastina jinan mijareke gelekî cidî ye ku nabe li ber rehma mêran bê hiştin.

‘EZ DIBÊJIM ‘TEORIYA GULAN’’

Stûna herî girîng a rêya rizgariya jinan ya bi hişmendiya azadiyê, hişmendiya xweparastinê ye. Lê xweparastineke çawa? Rêber Apo dibêje; "Ez jê re dibêjim teoriya gulan. Ez li gulê fikirîm. Gul ji bo parastina xwe striyan derdixin. Gulekê jî, gihayekî jî xweparastineke xwe heye. Ji bo xweparastinê, hema mirov li xwezayê, li tebîetê jî binêre, bes e. Ma mafê me nîn e ku em bi qasî gulekê jî xwe biparêzin? Ji ber vê yekê min têgîna xweparastinê bi pêş xist. Min anîbû ziman ku divê her kom, her kes, her jin, bi taybetî jin xwe biparêzin. Min gotibû divê ew xweparastina xwe pêk bînin. Divê her kes bizane bi hişmendî û vîna xwe çawa xwe biparêze." Rêber Apo bi vî awayî teoriya xweparastinê ya gerdûnî bi rengê herî watedar pêşkêşî jinan dike.

JI BO JINÊN CÎHANÊ MODELEKE GIRÎNG

Her bihosta jiyana jinan tê dagirkirin û dixin bin tehekkumê; loma jî li qadên şer û pevçûnan ji tecrubeya jinên Kurd sûdwergitin, pêwistiya xweparastinê ya wek şerta azadiyê ye, ku divê em ji nû ve li ser vê mijarê bisekinin. Pêvajoya artêşbûna jinan ya Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê ku ji YAJK'ê heta YJA-Starê, ji YPJ'ê heta YJŞ û HPJ'ê, ev 40 sal e di warê hişmendî û birêxistinbûna xweparastinê de ji bo jinên cîhanê bûye modeleke girîng. Îro formula efsûnî ya "Jin jiyan azadî" ku ji Hindistan, Endonezya, Kenyayê heta bi Efganistanê bûye dirûşma bingehîn a têkoşîna azadiyê ya jinan, nîşaneya herî girîng a vê yekê ye.

Têkoşîna ku li ser xeta hişmendiya zayendî, hezkirina zayendî û têkoşîna zayendî li ser bingeha bîrdoziya rizgariya jinan tê meşandin, saziyên xwe di warê îdeolojîk û sosyolojîk de diafirîne. Îdeolojiya Rizgariya Jinan ku jinûveavakirina cîhana jinan îfade dike, partîbûn û konfederasyona ku bi pêş dikeve, pîvanên îdeolojîk û sosyolojîk ên xweparastinê pêk tîne. Bi taybetî prensîbên bingehîn ên bîrdoziya rizgariya jinan, welatparêzî, hêza ramanê, birêxistinbûn-îrade, hêza têkoşînê û di dawiyê de estetîka exlaqî, divê li ser vê xetê bên nirxandin. Divê tecrubeya jinên Kurd bi jinên cîhanê re bê parvekirin û bi avakirina tifaqa li dijî dijminahiya li hember jinan (misogeny) konfederalîzma jinan bê avakirin. Ji ber ku di vê pêvajoyê de em di şerê hegemonîk ê parvekirinê yê sêyemîn re derbas dibin, lewma jî rê û resm û karakterê sedsala 21'an dê bi sekn, berxwedan û birêxistinbûna jinan û hêzên azadiyê diyar bibe.