`Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan em ê çalakiyên xwe zêde bikin`

Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê destnîşan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were, dê têkoşîn û berxwedanê mezin bikin.

`Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan em ê çalakiyên xwe zêde bikin`
`Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan em ê çalakiyên xwe zêde bikin`
`Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan em ê çalakiyên xwe zêde bikin`
`Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan em ê çalakiyên xwe zêde bikin`
`Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan em ê çalakiyên xwe zêde bikin`
`Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan em ê çalakiyên xwe zêde bikin`
`Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan em ê çalakiyên xwe zêde bikin`
3 kanûn, 2023   15:46
HELEB

Meclisa Jinan a Meclisa malbatên Şehîdan a Helebê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan di çarçoveya çalakiyên meclisê yên ji bo piştgiriya pêngava cîhanê ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” li dar dikevin de, meşek li dar xist. 

Di meşê de, şêniyên taxên Şêmxeqsûd û Eşrefiye beşdar bûn. Destpêkê li pêşiya hola 8`ê Adarê ya civînan a li rojavayê taxa Şêxmeqsûdê kom bûn û ber bi Qada Şehîdan a li rojhilatê taxê ve meşiyan.

Meş li qadê rawestiya û veguherî mitingê. Di mitingê de, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rûşîn Mûsa axivî û got ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, divê têkoşîn were mezinkirin.

Endama Rêveberiya Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan Delal Ehmed jî got: “Em soz didin ku li ser şopa şehîdan têkoşînê mezin bikin ta ku armancên wan û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin û Sûriyeyeke demokratîk a pirreng û nenavendî bi dest bixin.”

Meş bi berzkirina “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana Rêber Apo” bi dawî bû.

(şx)

ANHA