Xwepêşandanên li Siwêdayê dewam dikin

Xwepêşandanên li Siweydayê li qada Kerama berdewam in. Xwepêşandar ji zêdetirî 100 rojan ve banga pêkanîna daxwazên xwe dikin û dibêjin: “Şoreş çareseriya yekane ya bidawîkirina her pergaleke dîktetor a zordest e.”

Xwepêşandanên li Siwêdayê dewam dikin
Xwepêşandanên li Siwêdayê dewam dikin
Xwepêşandanên li Siwêdayê dewam dikin
Xwepêşandanên li Siwêdayê dewam dikin
Xwepêşandanên li Siwêdayê dewam dikin
Xwepêşandanên li Siwêdayê dewam dikin
3 kanûn 2023   16:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Zêdetirî 100 roj e  xwepêşandanên li Siwêdayê dewam dikin. Bi dehan kesî îro jî li qada Kerama kom bûn û banga hilweşandina rejîmê û pêkanîna biryara 2254 û serbestberdana girtiyan dikin.

Xwepêşandêran pankartên bi nivîsên "Sûriye welatê şaristaniyê ye û bêhna borî ye", "An azadî, an mirin" û "Şoreş rêya yekane ya têkbirina her pergaleke dîktetor a serdest e" vekirin.

Roja înê, piştî bidawîbûna muhleta ku şêniyan dabû rêveberiya Partiya Baasê ku avahiyê radestî wan bikin, xwepêşandar ket avahiya Partiya Baasê ya li bajarê Şehbayê û wêneyên Beşar Esed dirandin.

Gelek şêniyên Şehbayê roja sêşemê bang li endamên Partiya Baasê kiribûn ku beriya înê avahiyê vala bikin û bigirin.

(şx)