Însiyatîfa Parêzeran: Tecrîdê bi dawî bikin û Rêber Abdullah Ocalan azad bikin

Însiyatîfa Parêzeran a Parastina Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyî bang li rêxistina efû ya navneteweyî kir, rewş û têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan û siaysetên dewleta Tirk li dijî wê şîrove kirin û banga bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî kir.

Însiyatîfa Parêzeran: Tecrîdê bi dawî bikin û Rêber Abdullah Ocalan azad bikin
3 kanûn, 2023   15:42
REQA

Endamên Însiyatîfa Parêzeran a Parastina Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyî, endamê Yekitiya Parêzeran a Reqa û Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêş avahiya Dadgeha Reqayê kom bûn û daxuyaniyek da. Endamê însiyatîfê Xalid El Mûsa daxuyanî xwend.

Di destpêka daxuyaniyê de xîtabî birzê sekretera giştî ya rêxistina efû ya navneteweyî Agnes Callamard hate kirin û hate gotin: "Em komek parêzer, çalakger û hiqûqnas in û me Însiyatîaf Parêzeran a Parastina Rêber Abdullah Ocalan bi armanca serbestberdana wî ku ji 25 salan de di girtîgehê de ye ava kir.

Rêber Abdullah Ocalan girtiyekî siyasî ye, di oxira azadiya gelê Kurd de ku doza Kurd li Tirkiye û herêmê giştî çareser bike tê koşiya. Kurd 60 milyon kes derbas kir û ji hezaran salan ve li herêmên xwe yên resen dijîn. Lê belê ji tevahî mafên xwe yên rewa mehrûm in. Ji lew re ji sedan salan ve ji bo çareserkirina doza xwe bi tevahî rêbazan di çarçoveya meşrûyeta navneteweyî de tê dikoşe. Lê li cihên cuda di dîroka xwe de rastî bindestî, qirkirin, komkujî û nijadperestiyê hatin.

Rêber Abdullah Ocalan banga aştî û jiyana hevbeş li Tirkiye û herêmê dike û di oxira gel çarenûsa xwe ya jiyana birûmet  diyar bikin de parastina wan dike. Fikir û berhemên wî di vê yekê de mijara qebûlkirinê ye û ji hêla gelê herêmê ve cihê qîmetdayînê ye û li zanîngehên herêmê û cîhanê tên xwendin.

Cezaya darvekirinê ya ji hêla dewleta Tirk a li dijî Rêber Abdullah Ocalan a di 29′ê Hezîrana 1999′an de û piştre di 2005′an de ew ceza bûm muebed li gorî qanûna Tirkiyeyê ya bi jimara 5170 ya sala 2004′an.

Ji 2 sal û nîv ve Rêbertî ji mafên xwe yên têkildana bi malbat û parêzerên xwe re û hevdîtina wan mehrûm e û ji 25′ê Adara 2021′ê ve agahî ji wî nayên wergirtin. Herî dawî birayê wî pê re 5 deqeyan bi telefonê axivî. Parêzeran heta niha 800 daxwaznameyên serlêdanê krine û hatine redkirin.

Rêber Abdullah Ocalan 75 sal derbas kir û ji 25 salan ve ragirtî ye. Heta niha çarenûsa wî ji ber tecrîdê nayê zanîn. Ev cezayekî dermirovî û tund.

CPT′yê serdana Îmraliyê kiribû, rewşa li wir şopandibû û perspektîfên xwe yên der barê mijarê de ji Tirkiyeyê re şandibûn, lê bersiv neda.

Em bawer in ku rêxistina we hewldanên xwe yên ji bo pêkanîna azadiya girtiyên parastina mafên mirovan dikin hene, we der barê vê yekê de di salên borî de gelek hewldanên navneteweyî kirin. Em bawer in ku dem hatiye Rêber Abdullah Ocalan bi awayekî fîzîkî azad bibe. Ji lew re em bi hêvî ne hûn piştgiriya me bikin, da ku mirov azadiya xwe bi dest bixin."

Hêjayî gotinê ye 911 parêzer û hiqûqnasan li ser vê daxuyaniyê îmze kir.

(fr)

ANHA