’Vegera ewle ne xwestekek e, lê mafekî rewa ye’

Koçberên ji Efrîn-Şehbayê yên ku li Reqayê dimînin xwest bi ewle vegerin warê xwe û diyar kirin ku veger mafekî rewa ye nabe jê were xwarê.

’Vegera ewle ne xwestekek e, lê mafekî rewa ye’
7 tîrmeh, 2025   02:45
REQA
ENES MIHEMED

Koçberên ji kantona Efrîn-Şehbayê yên li kantona Reqayê dimînin xwestin bi ewle û rûmet vegerin warê xwe û gotin, veger ne xwestekeke ku li ser wê nîqaş were kirin, lê mafekî bingehîn ê mirovan e.

Koçberê bi navê Elî El Xemîsî bavê 5 zarokan e got "Me malên xwe terik kirin, ji bilî cilan me tiştek din bi xwe re neanî. Hêviya me ew bû di demek nêzî de vegerin. Lê sal û dem derbas dibin û hîna em li vir in. Baxçe û bîranînên me jî li wir in."

El Xemîsî destnîşan kir ku veger mafekî rewa ye û ev li gotinên xwe zêde kir "Divê dagirker derkevin, divê aliyên berpirsyar vegera me ya ewle garantî bikin. Sûriye ya Sûriyeyan e û malên me li hêviya me ne."

Emîne Mistefa ya ji gundekî Şehbayê dayika 3 zarokan e jî wiha got "Em ji erdê xwe dûr bin ev tê wateya ku tiştek ji me kêm e. Ev erdê me hemûyan e. Hebûna dagirkeran li wir binpêkirin e."

Emîne Mistefa xwest bi garantiyên parastinê û vegerandina milkan bêyî şertan vegerin warê xwe û wiha got: "Veger mafek e, divê were rêzgirtin û standin."

Mihemed Bekrî anî ziman ku wî li Efrînê bustanê xwe yên ku bi dehên salan lê xebitiye, ji dest da û domand: " Her kevirek, her darek çîroka dapîr û bapîrên me vedibêje. Erd cihek ji rêzê nîn e, lê belê nasname û bîranînên me ye."

Mihemed Bekrî bang li aliyên navneteweyî û xwecihî kir ku berpirsyariyên xwe yên garantîrkirina mafê vegera ewle û bi rûmet a koçberan bo warên wan bi cih bînin.

(bb)