Şêniyên Helebê û şervanên YPG'ê şehîd Şervan Heleb pêşwazî kir

Şervanên YPG, YPJ'ê û şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê cenazeyê yek ji fermandarên YPG'ê Şervan Heleb li ber deriyê Cizîrê pêşwazî kir.

Şêniyên Helebê û şervanên YPG'ê şehîd Şervan Heleb pêşwazî kir
Şêniyên Helebê û şervanên YPG'ê şehîd Şervan Heleb pêşwazî kir
Şêniyên Helebê û şervanên YPG'ê şehîd Şervan Heleb pêşwazî kir
Şêniyên Helebê û şervanên YPG'ê şehîd Şervan Heleb pêşwazî kir
Şêniyên Helebê û şervanên YPG'ê şehîd Şervan Heleb pêşwazî kir
Şêniyên Helebê û şervanên YPG'ê şehîd Şervan Heleb pêşwazî kir
12 ÇILE, 2024   20:36
HELEB

Yek ji fermandarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Şervan Heleb di 10'ê Çileya 2024'yan de di encama krîza dil de şehîd bû.

Şênî, endamên saziyên sivîl û Meclisa Malbatên Şehîdan, şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ji bo pêşwazîkirina cenazeyê şehîd li ber deriyê Cizîrê yê li başûrê taxa Şêxmeqsûd a Helebê kom bûn.

Çaverê ye sibe saet di 11'ê sibehê de merasîma oxirkirina cenazeyê şehîd Şervan ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve li pêşiya nexweşxaneya şehîd Xalid Fecir bê lidarxistin û piştre cenaze li Goristana Şehîdên Berxwedana Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bê oxirkirin.

(mh)

ANHA