Ji ber teqînan komkeştiya alîkariya ji bo Xezayê rawestiyaye

Çalakvanan ragihand ku komkeştiya alîkariya mirovî ku hewl dida dorpêça Îsraîlê ya li ser Xezayê bişikîne, piştî teqîn û êrişên bi dronan li nêzî Yewnanistanê rawestiyaye.

Ji ber teqînan komkeştiya alîkariya ji bo Xezayê rawestiyaye
24 îlon, 2025   13:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakvanên ku hewl dida bi rêya komkeştiya alîkariyê xwe bigihînin Xezayê, ragihand ku şeva Sêşemê dengê teqînan bihîstine û çend dron li nêzî wan li peravên Yewnanistanê firîne.

Çalakvanên "Komkeştiya Berxwedana Cîhanê" di daxuyaniyekê de ragihand ku "çend dron tiştên nenas avêtin xwarê û li nêzî çend keştiyan dengê teqînan hatiye bihîstin."

Çalakvan Yasemin Akar diyar kir ku 5 keştiyên komkeştiyê rastî êrişê hatine û da zanîn ku di komkeştiyê de "tenê alîkariya mirovî" heye.

Komkeştiya alîkariyê di destpêka Îlonê de ji Barcelonayê derket û li nêzî Tunisê rastî 2 êrişên dronan hat. Çalakvan dixwazin alîkariyê bigihînin Xezayê û dorpêça Îsraîlê ya li ser Xezayê bişikînin.

(k)