Ciwanên Dirbêsiyê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan daketin qadan

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li Dirbêsiyê xwepêşandaneke girseyî li dar xist. Ciwanan daxwaza mafê hêviyê ji bo Rêber Abdullah Ocalan kir.

Ciwanên Dirbêsiyê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan daketin qadan
Ciwanên Dirbêsiyê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan daketin qadan
Ciwanên Dirbêsiyê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan daketin qadan
Ciwanên Dirbêsiyê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan daketin qadan
Ciwanên Dirbêsiyê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan daketin qadan
Ciwanên Dirbêsiyê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan daketin qadan
Ciwanên Dirbêsiyê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan daketin qadan
24 îlon, 2025   13:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê, îro xwepêşandanek li dar xist û daxwaza mafê hêviyê ji bo Rêber Abdullah Ocalan kir. Bi sedan ciwan, şêniyên bajêr û endamên saziyên sivîl tev li xwepêşandanê bûn.

Xwepêşandanê ji Qada Jina Azad dest pê kir û li Çerxerêya Gardeniyê veguherî mîtîngê. Çalakvanan dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" qîr kirin. Her wiha wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan û pankartên "Dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye" hilgirtin.

Li Çerxerêya Gardeniyê piştî deqeyeke rêzgirtinê ji rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li Dirbêsiyê Zekeriya El Hiso, derb arê têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan a li girtîgeha Îmraliyê de axivî.

El Hiso wiha dewam kir: "Tevî derbasbûna 26 salan, tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan berdewam dike. Rêbertî berxwedaneke mezin nîşan dide û Îmralî veguheriye çiraya aştiyê ji bo tevahiya cîhanê.”

El Hiso bang li gel û ciwanan kir ku derkevin qadan û têkoşînê bidomînin heya ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin.

Xwepêşandan bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

(k)