Ji ber qaçaxçîtiyê bi hev ketin: 5 birîndar

Li bajarê Eşare yê li rojhilatê Dêrazorê ku di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de ye, endamên heman binamelê li ser qaçaxçîtiyê bi hev ketin û di encamê de 5 kes birîndar bûn.

Ji ber qaçaxçîtiyê bi hev ketin: 5 birîndar
29 cotmeh, 2024   11:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Eşare yê li rojhilatê Dêrazorê yê di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de, ji ber qaçaxçîtiyê şer derket. Di şer de çek hatin bikaranîn û yek jê leşkerekî hikumeta Şamê, bi giştî 5 kes birîndar bûn. Hate zanîn kesên şer kiriye, pismamên hev bûne.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) şer, li ser qaçaxçîtiya kel û pelan di rêyeke qaçaxcîtiyê de derketiye.

 (şx/bb)