Projeya “Şaredariya Taxê” Hilêliyê dest pê kir

Meclisa Taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo ku beriya niha bi peymaneke bi Şaredariya Gel re îmze kirî, projeya paqijiyê dabû destpêkirin. Bi projeya “Şaredariya Taxê” erkê komkirina çopa taxê girtibû ser xwe. Îro proje dest pê kir û meclîsê dest bi komkirina çopê kir.

Projeya “Şaredariya Taxê” Hilêliyê dest pê kir
24 hezîran, 2026   11:47
QAMIŞLO

Meclisa Taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo ku 4 komîn (Şehîd Serhed, Şehîd Sebrî, Şehîd Orhan û Şehîd Hebûn) girêdayî wê ne, dest bi projeya paqijiyê kir. 

Meclîsa Taxa Hilêliyê di serê meha Gulanê (2026) de pêşniyara “Şaredariya Taxê” ku paqijiya taxê digire ser milê xwe, pêşkêşî Şaredariya Gel a Qamişloyê kir. Meclîsê û Şaredariya Gel di 14’ê Hezîranê de peyman îmze kirin.

Meclîsa Taxê 16 karmendên paqijiyê ji xelkê taxê erkdar kir. Şaredariyê jî 4 trektor dane taxê ku çop pê were komkirin. Her wiha Meclîsa Taxê 6 endam diyar kirine ku xebatê bişopîne.

Li gorî agahiyên me ji e Meclîsa Taxa Hilêliyê Remezan Derwîş girtin, îro demjimêr 06.00’an de dest pê kir. Dê rojane 4 trektor bikevin nava taxa Hilêliyê. Rojekê dê 4 trektor bikevin Hilêliya Jorê û roja din bikevin Hilêliya Jêrê. Demê bidawîbûna kar ne diyar e, heta tevahî çopa taxê bê komkirin.

Beriya niha li taxê li hinek cihan çop kom bibû, niha meclîs dê destpêkê tevahî çopê kom bike û piştî wê jî çopa rojane kom bike. Piştî çop kom kir, dê meclîs çopê bibe cihê (Sergoya Girê Reş) sergoyê ku Şaredariya Gel diyar kiriye.

Remezan Derwîş diyar kir ku ew dixwazin ji bo taxên din jî bibîn mînak.

Li taxa Hilêliyê zêdetirî 6 hezar xanî û dikan hene. Her wiha li taxê 5 dibistan û Zanîngeha Rojava hene. Tax ji tu beşan pêk tê (Hilêliya Jêr û Hilêliya Jor).

(bî/ha)

ANHA