Ji ber gulebarana ketober li Qamişloyê kesek hat kuştin

Di encama gulebarana ketober a ku duh li bajarê Qamişlo rû da, 7 kes birîndar bûn û kesek jî di encama birîna xwe de wefat kir.

Ji ber gulebarana ketober li Qamişloyê kesek hat kuştin
9 gulan, 2026   10:17
QAMIŞLO

Duh (8 Gulan) di dema berdana dîlgirtiyên ku ji aliyê hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve hatibûn girtin, xizmên dîgirtiyan ketober gule reşandin.

Di encamê berdana guleyan de li Qamişloyê 7 welatî birîndar bûn û welatiyê bi navê Enes Şêxo (18) jî beriya ku bigihêje nexweşxaneyê ji ber birîna xwe wefat kir.

Li gorî agahiyên ku me ji nexweşxaneyên Qamişloyê wergirtine, bi giştî 7 welatî birîndar bûne û li gorî agahiyên Nexweşxaneya Texesûsî ya Sûriyeyê ya Qamişloyê navên 4 ji wan wiha ne: Beşîr Reşîd Ehmed (22), Selwa El Hisên (40), Minewer Ferhan Şêxo (50), Mihemed Emîn (25).

Ji van welatiyan hinan tedawî dîtine û ji nexweşxaneyê derketine, hinek jî sewqî nexweşxaneyên din ên bajêr kirine.

(sb)

ANHA