Artêşa DYA'yê qeyikek kir hedef: 2 kes hatin kuştin

Artêşa DYA’yê ragihand wê li Okyanûsa Pasîfîkê qeyikeke qaçaxçîtiya narkotîkê kir armanc. Di encamê de 2 kes hatin kuştin.

Artêşa DYA'yê qeyikek kir hedef: 2 kes hatin kuştin
9 gulan, 2026   10:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) duh ragihand ku wê qeyikek bi gumana qaçaxçîtiya narkotîkê pê tê kirin, li Okyanûsa Pasîfîkê kir hedef. Li gorî artêşê, di êrişê de 2 kes hatin kuştin û kesek jî jê rizgar bû.

Fermandariya Başûr a DYA’yê (SOUTHCOM) jî daxuyaniyek li ser X'ê weşand. Kesên hatin kuştin jî wek “narko-terorîst” hatin pênasekirin. Fermandariyê da zanîn ku li gorî agahiyên îstîxbaratî, qeyikê rêyeke qaçaxçîtiya narkotîkê derbas dikir.

Li gorî daneyan, di encama operasyonên hêzên DYA’yê yên li dijî narkotîkê de ku di Îlona par de li Okyanûsa Pasîfîkê û Deryaya Karayîbê dabûn destpêkirin, bi kêmanî 189 kes hatine kuştin.

(bb)