Ji ber êrişan dewleta Tirk 60 gund bê elektrîk in

Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser gundewarên Girê Spî û Eyn Îsayê, elektrîk li 60 gundan qut bû. Xebatkarên elektrîkê nekarin xwe bigihînin wan deveran da ku sererast bikin.

Ji ber êrişan dewleta Tirk 60 gund bê elektrîk in
Ji ber êrişan dewleta Tirk 60 gund bê elektrîk in
Ji ber êrişan dewleta Tirk 60 gund bê elektrîk in
Ji ber êrişan dewleta Tirk 60 gund bê elektrîk in
17 sibat, 2025   04:00
EYN ÎSA

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên rojane gundên Girê Spî û Eyn Îsayê bi çekên giran û balafirên bê mirov topbaran û bombebaran dikin. Di encama êrişan de ziyanên mirovî û madî çêbûn, her wiha dezgehên xizmetguzariyê yên mîna elektrîkê û ava vexwarinê jî hatin hilweşandin.

Der barê ziyanên li dezgehên elektrîkê bûne de ji berpirsên Navenda Elektrîkê ya Eyn Îsayê Îd El Selame ji ajansa me re diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker di hefteya derbasbûyî de gelek caran derdora Stasyona Elektrîkê ya Eyn Îsayê topbaran kir, lê xebatkaran karîn ziyanan sererast bikin.

El Selame diyar kir ku zêdetirî 10 roj e elektrîk li 60 gundên Girê Spî û Eyn Îsayê bi temamî qut bûye û ev agahî dan " Li Girê Spî 40 gundên girêdayî bajarokên El Cirin, Qizezlî, El Huriye û Dinayî û 20 gundên rojhilatê Eyn Îsayê bê elektrîk in."

Îd El Selame destnîşan kir ku  ji ber êrişên domdar ên dewleta Tirk û çeteyên wê xebatkarên elektrîkê dikarin xwe bigîhinên cihên ziyanan û sererast bikin.

Ji ber qutbûna elektirîkê stasyonên ava vexwqrinê bê elektrîk man û ava vexwarinê bi temamî li wan gundan qût bûye.

(k)

ANHA