’Komplo têkçûye’

Şêniyên kantona Tebqayê diyar kir ku fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan li tevahiya cîhanê belav bûye û gelê azad xwedî lê derketine. Şêniyan destnîşan ku xwedîkeretina gel a li ramanên Rêber Abdullah Ocalan û têkoşîna gel a ji bo azadiya wî ya fîzîkî nîşaneya têkçûna komployê ye.

’Komplo têkçûye’
17 sibat, 2025   02:45
TEBQA
MIHEMED EL ŞÊX

Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan 15’ê Sibatê kete sala xwe ya 27’an. Gelên Kurdistanê û tevahiya cîhanê ji bo azadiya wî ya fîzîkî di nava çalakiyan de ne.

Der barê mijarê de şêniyê bi navê Ehmed El Elî yê ji kantona Tebqayê diyar kir ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan gelan ji şer û xizaniyê rizgar dikin û azadiya hemûyan di bin sîwana pergaleke azad û demokratîk de mîsoger dikin. Ehmed El Elî anî ziman ku dewletên komploger bi komploya 15’ê Sibata 1999’an xwestin ramanên Rêber Abdullah Ocalan tune bikin, lê bi ser neketin.

’RÊBERTÎ HERÊMÊ BER BI AŞTIYÊ VE DIBE’

Ehmed El Elî bal kişand ser têkoşîna gel a li hemberî pergala îşkence û qirkirinê ya li hemberî Rêber Abdullah Ocalan û wiha pêde çû: "Ji ber têkoşîn û zexta getan nêzîkatiyên dewleta Tirk a faşîst a li hemberî Rêbertî heya astekê hatin guhertin; nîşane hene ku dê Rêbertî daxuyaniyekê bide. Ev jî dê bibe destpêka pêvajoyeke nû ya siyasî ku dê herêmê ber bi aştiyê ve bibe. Ev hemû wê bi saya têkoşîna domdar a gelên azad ên ku xwedî fikr û felsefeya Rêbertî derketin, pêk were."

’KOMPLO TÊKÇÛYE’

Şêniya bi navê Hind El Elî ya ji Tebqayê jî bi bîr xist û fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan gihiştin tevahiya cîhanê û gelên azadîxwaz xwedî lê derketin û ji bo azadiya wî ya fîzîkî tê dikoşin.

Hind El Elî diyar kir ku bi belavbûna ramanên Rêber Abdullah Ocalan û xwedîderketina gel a li Rêberê xwe komplo têk çû û wiha domand "Bi komployê xwestin Rêbertî ji gelên azad dûr bixin, lê em li ser bingehê fikir û felsefeya Rêbertî têkoşînê didomînin. Em di wê baweriyê de wê îsal Rêbertî di nav me de be."

’GEL BI RÊBERTÎ RE YE’

Şêniya bi navê Semîha Neqra destnîşan kir ku bêyî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan şer û herkîna xwîna li Rojhilata Navîn nasekinin.

Semîha diyar kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahî gelên azad ên cîhanê li Rêber Abdullah Ocalan re ne.

(bb)

ANHA