Ji ber dorpêçê berhemdarî li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi paş ketiye

Rustem Elî diyar kir ku ji ber dorpêça hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li ser her du taxan, berhemdariya kargeh û werşeyan bi rêjeya ji sedî 30 hatiye xwar.

Ji ber dorpêçê berhemdarî li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi paş ketiye
Ji ber dorpêçê berhemdarî li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi paş ketiye
Ji ber dorpêçê berhemdarî li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi paş ketiye
Ji ber dorpêçê berhemdarî li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi paş ketiye
Ji ber dorpêçê berhemdarî li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi paş ketiye
Ji ber dorpêçê berhemdarî li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi paş ketiye
Ji ber dorpêçê berhemdarî li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi paş ketiye
Ji ber dorpêçê berhemdarî li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi paş ketiye
22 cotmeh, 2025   03:45
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê dorpêça xwe ya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê didomîne. Piraniya rêyên taxan girtine, bendên ji axê li ser rêyan danîne.

Ji 25 rojan ve rê nade sotemenî derbasî her du taxan were kirin. Li ser bendên wan ên kontrolê niştecihên her du taxan têne kontrolkirin û carinan hin ji wan têne revandin.

Dorpêça li ser her du taxan bandoreke giran li xebatên bazirganî, pîşeyî, xizmetguzarî û jiyanî kiriye. Metirsî heye ji ber dorpêçê rewşa jiyanî ya her du taxan xirabtir bibe.

Endamê Rêveberiya Yekitiya Berhemdaran a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Rustem Elî li ser bandora dorpêça hikumeta veguhêz a li ser her du taxan ji ajansa me re axivî.

Rustem Elî diyar kir ku li her du taxan zêdetirî hezar kargeh û werşeyên kar hene. Di wan kargeh û werşeyan de derdora 15 hezar karker dixebitin.

Rustem da diyarkirin ku dorpêça hikumeta veguhêz a li ser her du taxan wekî dorpêça berê ya rejîma Baasê ye û got: “Bi hatina hikumeta veguhêz re li Şêmxeqsûd û Eşrefiyê tiştek nehatiye guhertin. Her du rejîm bi heman zîhniyetê tev digerin.”

Rustem Elî destnîşan kir ku dorpêça li ser taxên wan alozî zêdetir kiriye û bi taybet di mijara derbaskirina sotemeniyê de û wiha dom kir: “Demsala zivistanê nêzîk bûye, jêderên sereke yên jiyanê li ser mazotê ne, lê rê nadin were derbaskirin.”

Rustem Elî aşkera kir ku wan hewldanên xwe kirin ku bi Odeya Bazirganî û Çaksaziyê ya Helebê re bikevin nava têkiliyê û ev tişt anî ziman: “Me xwest bi wan re têkiliyê deynin û li ser berhemên herêmî û nîştimanî bisekine. Anîna pêdiviyan ji derve rawestîne. Dorpêçê bi dawî bikin û berhemdariya herêmên bi pêş bixin. Lê wan bersiva me neda.”

Di xala 13’an a peymana 1’ê Nîsanê ya di navbera Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û hikumeta veguhêz de hatiye gotin “Mafê her du taxan heye cihê xwe di meclisa parêzgeha Helebê de bigire, di heman demê de cihê wan di odeya bazirganî û çaksaziyê ya Helebê û hemû qadên din de li gorî qanûnên taybet, heye.”

Rustem Elî da zanîn ku ev xala lihevkirinê tê binpêkirin û wiha dom kir: “Nehiştina derbaskirina mazotê, sedema sereke ya îhtîmala rawestandina hemû werşe û kargehên her du taxan e. Niha rêjeya berhemdariya wan ji sedî 30 kê bûye.”

Rustem Elî got nebûna mazotê bandorê li aboriya her du taxan û jiyana xelkê wê dike, bi taybet piraniya wan di werşe û kargehan de dixebitin û debara xwe pê dikin û wiha pê de çû: “Me niha saetên xebata rojane ji 10’an daxistine 6’an. Di peydakirina mûçeyên karmendan de jî zehmetî heye. Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ji vê rewşa aloz berpirsyar e. Divê di zûtirîn demê de dawî li dorpêçê were, da ku jiyan û rewşa aborî ya her du taxan careke din zindî bibe.”

Ajansa me li weşreyên dirûnê yên li taxa Şêxmeqsûdê geriya û rewşa wan bi dîmen û wêne belge kir.

(dc)

ANHA