850 ton tovê genim li Hesekê hatiye belavkirin

Saziya Giştî ya Zêdekirina Tov ji destpêka vê mehê ve li Hesekê û navçeyên wê dest bi belavkirina tov kir. Saziyê heta niha zêdetirî 850 ton tovê amadekirî li cotkaran belav kiriye.

850 ton tovê genim li Hesekê hatiye belavkirin
850 ton tovê genim li Hesekê hatiye belavkirin
850 ton tovê genim li Hesekê hatiye belavkirin
850 ton tovê genim li Hesekê hatiye belavkirin
850 ton tovê genim li Hesekê hatiye belavkirin
850 ton tovê genim li Hesekê hatiye belavkirin
850 ton tovê genim li Hesekê hatiye belavkirin
850 ton tovê genim li Hesekê hatiye belavkirin
22 cotmeh, 2025   06:37
HESEKÊ
HINAR ÎBREHÎM – BILIND HECÎ

Saziya Zêdekirina Tov a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 12’ê Cotmehê de li Hesekê dest bi belavkirina tov kir.

Têkildarî mijarê serokê Saziya Zêdekirina Tov Luqman Hesen ji ajansa me re axivî û got: “Cotkar serî li navendên şêwirdariya çandiniyê didin. Ji wir pêwistiya wan a genimê tov tê destnîşankirin. Paşê cotkar berê xwe didin saziya me, pereyên xwe didin û ji vir diçin depoya me ya li taxa Xwêran, ji wir tovê xwe werdigirin.”

Hesen da zanîn ku miqdara tov li gorî plana çandiniyê tê diyarkirin; têra ji sedî 55 zeviyê tovê genim tê dayîn, beşa din a zeviyê jî ji berhemên din re tê veqetandin.

Saziya Zêdekirina Tov ji her donimeke erd re 20 kîlo tov destnîşan kiriye. Tonekê tov jî bi 350 dolarên amerîkî ye.

Di Saziya Zêdekirina Tov de 8 cureyên tovê genim ên hişk û ter hene. Cûreyên hişk ev in: Şam 3, Şam 5, Şam 9 û Lêkolîn 9. Cureyên tovê ter jî ev in: Roj 2 , Roj 4, Roj 6 û Roj 10.

Luqman Hesen di dawiya axaftina xwe de aşkera kir ku ew rojane tovê genim li cotkaran belav dikin û ev agahî da: “Heta niha me zêdetirî 850 ton tov li cotkarên Hesekê û gundên wê belav kiriye.”

Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di havîna derbasbûyî de tona genim bi 420 dolarên amerîkî ji cotkaran kirîbû.

(dc)

ANHA