Xwendekarên Fakulteya Tibê ya Şamê xwepêşandan li dar xist

Xwendekarên Fakulteya Tibê ya Şamê biryara têkildarî ezmûnên yekbûyî ya Wezareta Perwerdeya Bilind protesto kir.

Xwendekarên Fakulteya Tibê ya Şamê xwepêşandan li dar xist
22 cotmeh, 2025   02:35
ŞAM

Gelek xwendekarên Fakulteya Tibê ya Şamê li ber avahiya Wezareta Perwerdeya Bilind a li Şamê xwepêşandan lidar xist. Di xwepêşandanê de xwendekaran biryara têkildarî ezmûna yekbûyî red kir. 

Di encama xwepêşandanê de cîgirê wezîrê perwerdeya bilind a hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi nûnerên xwendekaran re civiya. Cîgir got ew amade vê mijarê û mijarên din bi xwendekaran re nîqaş bikin.

Gerînendeyê Buroya Ragihandinê ya Wezareta Perwerdeya Bilind Ehmed El Şeqra der barê mijarê de li ser Facbookê got wezaretê civînek bi xwendekaran re li dar xistiye.

Çavkaniyên di zanîngehê de diyar kir ku armanca biryarê ew e ku Zanîngeha Şamê bi zanîngehên Idlib û deverên din ên di bin dagirkeriya Tirk de bikin yek.

Duh jî xwendekarên Fakulteya Hiqûqê li dijî rakirina sîstema otomasyona ezmûnan derketibûn.

Li gorî çavkaniyan heke xwendekar hemû biketin ezmûnên yekbûyî yên Wezareta Perwerdeya Bilind, dê hejmarek pir kêm ji wan bi ser bikevin, ji ber cudahiya di perwerdeyê ya di navbera zanîngehan de.

Hin xwendekaran ji ajansa me re destnîşan kir ku nebûna materyalên yekbûyî û erêkirî, dihêle ezmûn di guhertinên mezin re derbas bibe. Ev jî li gorî endamên desteyê dê pêk were. Xwendekaran her wiha ezmûna devkî ya bi wan re hate kirin jî rexne kir û gotin hin pirs dûrî mijarên wan in.

Li aliyê din hin bijîşkên nû xwendina xwe temam kiriye, destnîşan kir ku rakirina sîstema ezmûnên yekbûyî dê bandorê li asta xwendina tibê ya Sûriyeyê bike.

Li aliyê din hin xebatkarên tenduristiyê destnîşan kir ku ev nakokî nûnertiya aloziyeke kûrtir dike, bi taybet nebûna planeke akademîk û dûrketina kesên pispor ji rêveberiya girêdayî hikumeta veguhêz nîşan dide.

Bijîşkan da zanîn ku bijîşkên li Sûriyeyê dixwînin, dema diçin Îmaratê 3 caran ji wan re rê tê vekirin ku tev li ezmûnan bibin. Heke bi bin ketin nema dikarin cara 4’an tev li ezmûnan bibin. Li Almanyayê jî bijîşkên ji Sûriyeyê dikevin ezmûnan.

(dc)

ANHA