Ji ber bihabûna sotemeniyê çûn û hatina di navbera Dêrik û Qamişloyê de sekinî

Piştî bilindbûna buhayên mazot û benzînê, tevgera wesayîtan a di navbera Dêrik û Qamişloyê de sekinî û kirêya her rêwîtiyekî gihaşt 35 hezar lîreyên Sûriyeyê.

Ji ber bihabûna sotemeniyê çûn û hatina di navbera Dêrik û Qamişloyê de sekinî
Ji ber bihabûna sotemeniyê çûn û hatina di navbera Dêrik û Qamişloyê de sekinî
25 hezîran, 2026   12:32
QAMIŞLO
KELSÛMA ELÎ

Ji ber bilindbûna buhayên sotemeniyê tevgera erebeyan li garaca bajarê Dêrikê kêm bûye û kirêya rêwiyekî ku ji Dêrikê biçe Qamişloyê ji 15 hezar lîreyan bû 35 hezar lîre. Ji ber vê bilindbûnê gelek kes nikarin rêwîtiyê bikin.

Her wiha buhayê lîtreyeke benzîna bidestek ji 450 lîreyan bû 55 sent (dolarek bi qasî 13 hezar û 800 lîre). Tevî bilindkirina buhayên sotemeniyê, qutbûna elektrîkê û kel û pelan didome. Di heman demê de ferzkirina mûçeyan li deriyên sînorî mûçe li ser kel û pelan berdewam dike.

Şêniyê bi navê Ehmed Îsa yê ji Dêrik diyar kir çûn û hatina di navbera Qamişlo û Dêrikê de demên dawîn de gelek zehmet bûye û got, ji ber kêmbûna rêwiyan erebe bi saetên dirêj di hundirê garacê de disekinin, sedema vê yekê zêdebûna buhayê benzînê ye ku bû sedema zêdebûna kiriya çûn û hatinê.

Ehmed Îsa destnîşan kir ku zêdebûna lêçûnên veguhestinê bandor li buhayên xurtekê û pêdiviyên sereke jî kir, di encamê de zehmetiyên şêniyan û barên wan ên aborî girantir kiriye.

Ajokarê bi navê Mihemed Elî ku li ser xeta Dêrik-Qamişloyê dixebite jî piştrast kir ku ji ber zêdebûna kiriya çûn û hatinê tevgera garacê kêm bûye.

Mihemed Elî her wiha îşaret pê kir ku qezenciyên karên wî yên rojane têra pêdiviyên jiyanê û lêçûna xebitandina erebeyê nake. Elî da zanîn ku ji ber bilindbûna buhayê sotemeniyê û xirabbûna rewşa aboriyê ew gelek zehmetiyan dikişînin.

Di demên dawîn de li gelek deverên herêma Cizîrê xwepêşandan bi daxwaza kêmkirina buhayên sotemeniyê û kontrokirina buhayan li sûkan hatin lidarxistin.

Buhayê lîtreya mazota baş ji 55 sentên amerîkî bû 75 sent û miqdara mazota bidestek ku her lîtreyek bi 525 lîreyan didan xwediyên erebeyan jî kêm bû. Di encamê de bandor li qadên cuda yên xizmetguzarî û debarê û tevgera çûn û hatinê kir.

(bb)

ANHA