Li Til Temirê xebata paqijiyê

Meclisa Bajarê Til Temirê bi hevkariya Şaredariya Gel xebateke giştî ya paqijkirina tevahî taxên navenda bajêr da destpêkirin. Xebata paqijiyê dê hefteyê 2 rojan were pêkanîn.

Li Til Temirê xebata paqijiyê
Li Til Temirê xebata paqijiyê
Li Til Temirê xebata paqijiyê
Li Til Temirê xebata paqijiyê
Li Til Temirê xebata paqijiyê
Li Til Temirê xebata paqijiyê
Li Til Temirê xebata paqijiyê
Li Til Temirê xebata paqijiyê
Li Til Temirê xebata paqijiyê
Li Til Temirê xebata paqijiyê
Li Til Temirê xebata paqijiyê
Li Til Temirê xebata paqijiyê
Li Til Temirê xebata paqijiyê
25 hezîran, 2026   11:19
HESEKÊ

Meclisa Bajarê Til Temirê bi hemahengiya Şaredariya Gel xebateke giştî ya paqijkirina taxên bajar daye destpêkirin. Xebat bi beşdariya tîmên saziyên xizmetguzariyê, endamê meclisa bajêr, saziyên civaka sivîl, rêxistinên jinan û endamên komînan dest pê kir.

Paqijkirin ji kolanên girêdayî Komîna Şehîd Demhat a li taxa rojavayê bajar dest pê kir. Ji bo jîngeheke tendurist û beşdarên vê xebatê, kolan û qadên giştî paqij kirin û çop rakirin.

Organîzatorên vê xebatê diyar kir kir ku ev xebat di çarçoveya planeke xizmetguzariyê de dê bidome. Her wiha destnîşan kirin ku ev  xebat dê di hefteyê de 2 rojan (Duşem û Pênceşem) bê kirin û li hemû taxên bajêr pêk were.

Şêniyan jî kêfxweşiya xwe bi vî karî anî ziman û bal kişand ser girîngiya wê ji bo geşkirina çanda xebata komînal.

(sb)

ANHA