Ji ber baranê malêk hilweşiya
Li Qamişloyê ji ber barîna baranê zêde malêk hilweşiya.
Saet di 01:00`ê piştî nîvê şeva duh de, li taxa Hîlêliyê ya bajarê Qamişlo ji ber barîna baranê odeyeke di xaniyeke axî de bi ser serê xwediyê wê de hilşweiya.
Di odeyê de Evîn Hesen, hevjînê wê Idrîs Esad û kurê wan Bilind Esad razayî bûn.
Di encamê de Idris Esad (47) di lingê xwe yê rastê de birîndar bû û niha li nexweşxaneya bajêr tê dermankirin dît.
(sb)
ANHA