Ji Bendava Tişrînê peyamên jinên berxwedêr

Çalakgerên li Bendava Tişrînê peyamên "Bendav bendava me ye, berdêl çi dibe bila bibe em dest jê bernadin", "Em nahêlin Erdogan û çeteyên wî xeyalên osmanî pêk bînin" û "Em li dijî êrişan yek in" dan.

Ji Bendava Tişrînê peyamên jinên berxwedêr
8 sibat, 2025   05:10
BENDAVA TIŞRÎN
RÎNAD EL ELÎ

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 8`ê Kanûna 2024’an ve êrişên xwe li ser Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê zêdetir kirine. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina bendavê ji hilweşîne û nîşandana dijbertiya xwe ya li hemberî êrişan ji 8’ê Kanûnê ve nobeta parastina bendavê dewr digire. 

Jinên çalakvan ên nobeta parastinê bendavê digirin, der barê mijarê de nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.

Cîhan Mihemed a ji kantona Reqayê diyar kir ku ew ji bo protestorkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker hatiye "Bendava Şehîdan" û got: "Ev roj ji bo me rojên cuda ne. Ev roj rihê berxwedana ji bo parastina herêmê û binesaziya wê nîşan didin. Parastina bendava ku av û ceyranê dide me, erkek e."

Cîhan Mihemed êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û hedefkirina nobedarên bendavê şermezar kir. Ji rêxistinên mafên mirovan jî xwest ku ji bêdengiya xwe berkevin û li hemberî van êrişan erkên xwe bi cih bînin.

Cîhan Mihemed îşaret bi vê yekê kir ku moralê çalakgeran gelekî bilind e û bi van gotinan bal kişand ser rengînbûna çandî ya li Bendava Tişrînê: "Li vir Turkmen, Ereb û Kurd hene. Pirrengiya li herêmê tiştekî nû nin e. Em hemû li hemberî êriş û zehmetiyan yek in."

Jina bi navê Melek Mihemed ku 2 car e cihê xwe di nobeta li Bendava Tişrînê de digire, ev peyam da: "Bendav bendava me ye. Em dest jê bernadin. Berxwedana me wê dewam bike."

Melek Mihemed diyar kir ku cara yekê ew bû şahida êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî nobedaran ku di encamê de şehîd û birîndarbûn çêbûn û got: "Ev êriş qet bandorê li me nekir, lê belê hêz û biryardariya me ya domandina çalakiyê zêdetir kir. "

Jina bi navê Sedîqe Ebdulqadir jî diyar kir ku ew ji êrişên dewleta Tirk a dagirker natirsin û got, çalakiyên wan dê heta rawestandina êrişên li ser herêmê dewam bikin.

Huda El Menadî ya ji Tebqayê jî ev peyam da: "Ez bi navê xwe û bi navê tevahî jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê soz didim ku berdêl çi dibe bila bibe em ê nehêlin Erdogan û çeteyên wê xeylanên xwe yên Osmaniyan bi cih bînin."

(bb)

ANHA