Çete û malbatên wan ji Efrînê direvin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji tirsa ku ji bo şerê dewleta Tirk ê li dijî QSD’ê werin bikaranîn, tevî malbatên xwe ji Efrîna dagirkirî direvin.

Çete û malbatên wan ji Efrînê direvin
8 sibat, 2025   07:15
HELEB
MIHEMED EBDO

Çavkaniyên ji bajarê Efrînê da zanîn ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker tevî malbatên xwe ber bi bajarên din ên Sûriyeyê ve direvin. Çavkaniyan diyar kir ku çete ji tirsa ku beşdarî şerê dewleta Tirk ê li hemberî QSD’ê bên kirin, bi taybetî li Bendava Tişrînê, tevî malbatên xwe ji Efrînê direvin.

Li gorî agahiyên ji gundên derdora bajarê Efrînê hatine wergirtin, gelek çete tevî malbatên xwe ji Efrînê ber bi herêmên hundir ên Sûriyeyê ve reviyane.

Li gorî agahiyên ku çavkanî û şahidan ji Efrînê dane, li gundê Bêxçe yê bajarokê Bilbilê yê Efrînê 82 malbatên çeteyên artêşa Tirk a dagirker hebûn, lê niha malbatek tenê li gund maye.

Li gundê Heyûm ê Bilbilê jî 42 malbatên çeteyan hebûn, niha 8 malbat tenê mane.

Li gundê Elbîskê yê bajarê Racoyê tu malbatên çeteyan nemane.

Li gundê Edemû yê Racoyê jî baregehên çeteyan vala ne û tenê malbateke çeteyan maye, ew jî amadekariyan dike ku biharê ji gund derkeve.

Li bajarokê Meydana jî rêjeya malbatên çeteyan ên ku ji bajarok derketine ji sedî 90 e. Malbatên din jî amadekariyên derketinê dikin.

Li gundê Germokê yê bajarê Mabatayê jî ji 100 malbatên çeteyên ku piraniya wan ên koma "El Hemzat" in, 2 malbat tenê mane.

Çavkaniyên li gundê Mîrkan ê Mabatayê jî diyar kir ku bi dehan çete û malbatên wan ber bi deverên din ên Sûriyeyê ve reviyane.

Çavkaniyan destnîşan kir ku çete û malbatên wan beriya ku birevin, dîwarên avahiyan şikandin, derî, pencere û kabil dizîn û hin mal şewitandin.

Li gorî agahiyên dawîn ku me der barê guhertina demogafîk a li Efrînê de bi dest xistibûn, di 7 salên dagirkirinê de, 18 mêtingeh û 5 kamp ji bo bicihkirna nêzî 648 hezar malbatên çeteyan hatin avakirin.

Beriya dagirkirina Efrînê (2018), rêjeya Kurdan li bajarê Efrînê ji sedî 95 bû, lê niha kêmî ji sedî 20’an e. Li dijî Kurdên lê mane jî kiryarên tirsandinê têne kirin da ku wan neçarî koçberiyê bikin.

(bb)

ANHA