Li Efrîna dagirkirî dizî û ferzkirina xeracan berdewam dikin

Çeteyên dewleta Tirkyeyê ya dagirker “El Emşat” xerac li ser şêniyên li kantonên Efrîn û Şehbayê ya dagirkirî ferz kirin, her wiha kabloyên xetên telefonê jeneratorên elektrîkê dizîn.

Li Efrîna dagirkirî dizî û ferzkirina xeracan berdewam dikin
7 sibat, 2025   22:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker "El Emşat" bi navê "xeraca zeviyên çandiniyê" li gelek herêmên kantonên Efrîn û Şehbayê xerac li ser şêniyên mayî ferz dikin. Çavkaniyan gotin ku xerac ne tenê li ser xwediyên zeviyên çandiniyê, lê belê li ser her kesî ferz kirin û ji her malbatekê 140 hezar lîreyên Sûryeyê ferz kirin.

Her wiha çeteyên "Emşat" kabloyên xetên telefonê û jeneratorên elektrîkê yên gundê Soxankê yê gundewarê kantona Efrînê dizîn.

Çeteyan her wiha bi gefa girtinê,  120 milyon lîreyên sûryeyê bi darê zorê ji şêniyekî gundê Soxankê standin.