Ji Başûr dengê ‘Rêya Rojava vekin’ bilind dibe

Li Başûrê Kurdistanê di çalakiyeke şermezarkirina êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê de pêşmergeyekî bang li Mesud Barzanî û Kubat Talabanî kir ku rê bidin ew biçin alîkariya Rojava. Welatiyek din jî bi dîmena  ku kijandiye banga vekirina rê kir ku biçin Rojava.

Ji Başûr dengê ‘Rêya Rojava vekin’ bilind dibe
20 ÇILE, 2026   05:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Gelê Başûrê Kurdistanê li gelek bajar û bajarokan li dijî êrişên komên çeteyan ên hikûmeta demkî ya Suriyeyê û dewleta Tirk a dagirker herikî kolanan. 

Girseyên gel heme hêrsa xwe anî ziman, hem jî daxwaza vekirina rê kirin ku xwe bigihînin Rojava.

Di çalakiyeke girseyî de pêşmergeyek axivî û got: “Em dixwazin bi can, bi  xwîn, bi ruh li gel biraderên xwe yên Rojava bin. Em her tim di xizmeta welatê xwe de ne. Em bang li Serokê Herêma Kurdistan Kak Mesud û Cîgirê Serokê Niştimanî Kurdistan Kubat Talabanî dikim ku rê vekin. Birayên me li Rojava ne, em destek bidin ji bo her çarpaçeyên Kurdistanê.”

Welatiyek din jî bi dîmena ku belav kiriye de, bang li rayedaran dike ku rê vekin da biçin Rojava û tevlî berxwedanê bibin.

(a)

ANHA