Ji melayekî Kurd peyam: Li Sûriyeyê bi navê ola îslamê Kurd tên qirkirin

Melayekî di peyameke bidîmen de bang li cîhana îslamî, erebî, wezîrên ewqadê yên dewletên Ereban, oldar û partiyên îslamî kir ku “Kurdên li Sûriyeyê ji hêla DAIŞˊiyan ve bi navê ola îslamê tên qirkirin, Kurdan biparêzin."

Ji melayekî Kurd peyam: Li Sûriyeyê bi navê ola îslamê Kurd tên qirkirin
20 ÇILE, 2026   05:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Melayekî şafiî yê Kurd ku tev li xwepêşandanên li Başûrê Kurdistanê yên ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bûye, peyameke bidîmen da û got: "Li Sûriyeyê bi navê ola îslamî Kurd tên qirkirin."

Mela di peyama xwe de wiha dibêje: "Banga me li cîhana îslamî, erebî, wezîrên ewqafê yên cîhana Ereban, oldar, îmam û partiyên olî yên îslamî li tevahî cîhanê ew e ku niha Kurd li Sûriyeyê ji hêla DAIŞˊiyan ve bi navê ola îslamê, bi navê sûreta Enfalê û “fethe” tên qirkirin.

Em bang li we dikin ku gelê me yê Kurd li Sûriyeyê; neviyên Selahedîn, bi navê îslamê li ser xaka xwe di komkujiyan re derbas dibin.

Dewletên Ereban, wekî Siûdiyê û dewleta Tirk, hemû şirîkên vê komkujiyê ne. Nabe kesên mafên xwe dixwazin werin qirkirin. Ji lew re em bang li tevahî kesên birûmet ên di cîhana îslamî de dikin ku dengê xwe li hember vê qirkirinê bilind bikin û piştgiriyê bidin.

Mixabin Wezareta Ewqafê ya Sûriyeyê ev êriş û komkujiyên li dijî Kurdên Rojava bi ˋfethêˊ bi nav kir."

(fr)