Dîmenên êrişa çeteyan a li ser sivîlên Reqayê

Dîmenên êrişa çeteyên hikûmeta demkî û dewleta Tirk a dagirker ku li dijî sivîlên ji Reqayê derdiketin pêk anî bû, hatin bidestxistin.

Dîmenên êrişa çeteyan a li ser sivîlên Reqayê
20 ÇILE, 2026   07:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Roja 18’yê çileyê (2026) beşek sivîlên li bajarê Reqayê, ji ber êrişên komên çeteyan hewl dan xwe bigihînin Hesekê. Lê komên çeteyan li gundê Sahab El-Xeyr, êrişî wan kir û ew gulebaran kirin. 

Di dema êrişê de welatiyekî di nava girseyê de dîmenên êrişa hovane kişandin. Di dîmenên gihîştin ajansa me de tê dîtin ku sivîl li ser rê di bin gulebaranê de ne, hinek ketine erdê û hinek jî hewl didin xwe ji guleyan biparêzin.

(a)

ANHA