Ji balafiran heta bi Koşa Spî; Erdogan rêya xwe ya çûna Washingtonê kirî

Piştî rojekê ji pêşwazîkirina serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Koşka Spî, Şîrketa Rêyên Hewayî ya Tirkiyeyê ragihand ku wê daxwaza fermî ya şîrketa Boeingê ya Amerîkayê ya kirîna 225 balafiran îmze kir. Ev serdana Erdogan ji 2019ˊan ve ya yekemîn e.

Ji balafiran heta bi Koşa Spî; Erdogan rêya xwe ya çûna Washingtonê kirî
26 îlon, 2025   12:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Şîrketa Rêyên Hewayî ya Tirkiyeyê (Turkish Airlines) ragihand ku wê daxwaza fermî ji şîrketa Boeingê ya Amerîkayê ji bo kirîna 225 balafiran îmze kiriye. Ev yek, wek beşeke plana nûjenkirina fîloyên xwe bi balafirên nifşê nû heta sala 2035ˊan pêk tê. Di peymanê de 150 balafir di navbera salên 2029 û 2034ˊan de tên radestkirin, li kêlekê jî vebijêrka kirîna 75 balafirên din heye. Lê qîmeta giştî nehat aşkerakirin.

Ev agahî piştî Erdogan li Koşka Spî hat pêşwazîkirin, hate ragihandin. Erdogan ji 2019ˊan ve cara yekemîn serdana navenda serokatiya Amerîkayê dike. Di navbera serokê Amerîkayê Donlad Trump û Erdogan de nêzî 2 saetan nîqaş hatin kirin.

Piştî serokê partiya opozîsyonê ya Tirkiyeyê CHPˊê Ozgur Ozel Erdogan tohmetbar kir ku hevdîtina xwe bi Trump re bi peymana balafiran ve girê da, vê peymanê di hundirê Tirkiyeyê de nîqaşeke berfireh derxist. Hat destnîşankirin ku Erdogan berê bi awayekî nepen bi kurê Trump re li New Yorkê civiyabû.

Li gorî rojnameya Ekathimerini, Erdogan di civîneke nepen de bi kurê Donald Trump re û li beramber dabînkirina hevdîtineke fermî bi Trump re li Koşa Spî soza kirîna 300 balafirên Boeingê da kurê Trump.

(fr)