Ji Araratê heta Rojava û Asosê têkoşerek: Nehar Avci 

“Di demekê de ku jinan ji tevahî cîhanê berê xwe daye şoreşa Rojava, wek jineke kurdistanî çawa ez neyêm û nebim parçeyekî şoreşê”. Jina têkoşer Nehar Avci (Ararat Bawer) bi van gotinan berê xwe da Rojava û beşdarî xebatên şoreşê bû.  

Ji Araratê heta Rojava û Asosê têkoşerek: Nehar Avci 
Ji Araratê heta Rojava û Asosê têkoşerek: Nehar Avci 
Ji Araratê heta Rojava û Asosê têkoşerek: Nehar Avci 
Ji Araratê heta Rojava û Asosê têkoşerek: Nehar Avci 
Ji Araratê heta Rojava û Asosê têkoşerek: Nehar Avci 
Ji Araratê heta Rojava û Asosê têkoşerek: Nehar Avci 
14 tîrmeh, 2025   05:10
NAVENDA NÛÇEYAN
BÊRÎTAN ÎRLAN 

Nehar Avci (Ararat Bawer) di sala 1988’an de li bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê, di nava malbateke welatparêz de çavê xwe li jiyanê vedike. Bi çanda welatparêziyê mezin dibe. Piştî birayê wê Birûsk di sala 1997’an de, di nava têkoşîna azadiyê de şehîd dikeve, zêdetir bi doza Kurd dihese û girêdaneke zêdetir çêdibe. Dema ku ji bo xwendina zanîngehê diçe bajarê Enqereyê hîn ji nêz ve tevgera Apoyî nas dike û di wan salan de tev li nava xebatên ciwanan dibe. Di wê demê de êdî tenê bi awayekî hestiryar nêz nabe, dikeve nava lêgerîna heqîqê û tevgera Apoyî. Di salên xwendinê de dikeve nava xebatên ciwanan.  

Nehar di sala 2009’an de li Enqereyê dest bi zanîngehê dike û beşa hiqûqê dixwîne. Di sala 2010’an de, di nava ciwanên welatparêz de dest bi xebatên rêxistinî dike. Her wiha di rojnameya Ozgur Gundemê de xebata belavkariyê dike. Di wê pêvajoyê de edîtora buroya Enqereyê ya DÎHA’yê (Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê) şehîd Nagîhan Akarsel nas dike. Rêya her du têkoşeran li wir rastî hev tê. Nehar û Nagîhan demekê heman mal parve kir û xebatên ragihandinê bi hev re meşandin. Neharê her tim digot “Ez li ber çoka Nagîhanê rûdiniştim û min serpêhatiyên Kurdistanê jê guhdar dikirin. Hevaltiya Nehar û Nagîhanê ya mizgîniya azadiyê dida, li ser bingeha jiyanê, felsefe û têkoşînê mezintir dibû.

Armanca wê ew e ku beşdarî Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bibe ku parastina Rêber Abdullah Ocalan girtiye ser xwe. Di 2011’an de ji aliyê dewleta dagirker a Tirk ve tê girtin û salekê di zindanê de dimîne. Di girtîgehê de zêdetir di aliyê bîrdozî de xwe kûr û bi hêz dike. Piştî derdikeve zanîngehê didomîne û diqedîne. Lê hîna doza wê didome û dewleta dagirker cezayê girtîgehê lê dibire. Lê têkoşîn ranaweste û wek çemekî diherike.  

Di sala 2014’an de derbasî Başûrê Kurdistanê dibe û diçe Wargeha Penaberan a Mexmûrê (Şehîd Rustem Cûdî). Gelê Mexmûrê berxwedana xwe ya 30 salî ji Neharê re vedibêje, ew jî xwe wek parçeyekî wê berxwedanê dibîne û demekê li wir xebatê dimeşîne.  

`DI ÇAVÊN WÊ DE HÊVIYA SERKEFTINÊ HEBÛ` 

Di sala 2015’an de ji Başûrê Kurdistanê derdikeve û berê xwe dide warê şoreşê; Rojavayê Kurdistanê. Dixwaze li Rojava beşdarî kar û xebatên şoreşa Rojava ya ji bo tevayî jin û gelên cîhanê bûye hêviya azadiyê bibe. Piştî derbasî Rojava bû, di xebatên Edaleta Jin û Mala Jinan de cih girt. 

Rêvebera Mala Jinan a kantona Cizîrê Îlham Omer wiha qala kesayeta Neharê dike: “Xwe dikir dilê her kesî; dilê dayikan, yê ciwanan û yê zarokan. Her karê dikir divê ji sedî sed serkeftî bûya”. Yadê Îlham dibêje, em bi şehadeta wê pir xemgîn bûye, “lê bila dijmin bizane ku yek ji me kêm dibe em bi dehan li xwe zêde dikin, em ê heta dawî şopa wê bişopînin”. Dayîka Îlham diyar ku Nehar wiha qala xwe ya hatina Rojava dikir: “Ez hatim Rojava, ji ber ku pêwîstiya Şoreşa Rojava bi tevayî jinên Kurdistanê heye. Di demekê de ku ji her aliyê cîhanê jinan berê xwe daye Rojava, ez jineke kurdistanî me ez çawa neyêm û cihê xwe di vir de negirim.”  

Rêvebera Mala Jinan a Qamişloyê Behiye Murad jî wiha qala Nehar Avci dike: “Dema heval Nehar hat gel me, ruhek da saziyê, jineke ciwan, bi hêz û cesaret bû. Neharê digot pêwîste em jinê zana bikin” Kedeke wê ya mezin di şoreşê de heye”. Yadê Behiye dibêje di çavên Neharê de hêviya serkeftinê hebû, hêvî dida wan.  

Nehar piştî demeke dirêj di nava xebatên jinan de, di destpêka 2019’an de derbasî xebatên çapemeniyê dibe û li Ajansa Nûçeyan a Hawarê dest bi xebatê dike. Di Cotmeha wê salê de dewleta Tirk a dagirker êrişî Serêkaniyê û Girê Spî kir. Hevalên wê yên kar dibêjin Neharê bi şev û roj kar dikir, bû çav û zimanê berxwedana gelê Rojava.  

Edîtorê Ajansa Hawarê û hevalê Neharê Ekrem Berekat wiha qala xebata Neharê dike: “Her tim dixwest bi şêweyekî akademîk û estetîk xebatê bimeşîne. Heval Nehar gelek caran di dema sohbetan de digot pêwîst e em her tim xweşik bin. Ji ber ku em awêneya civakê ne. Çi qas em nûçeyeke baş çêkin em ê ew qas bikarin nasnameya gelê xwe bidin nasandin û pejirandin.” 

Nehar li her çar parçeyên Kurdistanê tê koşiya, têkoşîneke yekpar meşand, ji ber vê taybetmendiya wê Ekrem Berekat wiha dibêje: “Her tim digot dijmin em kirine 4 parçe lê pêwîst e destpêkê em di serê xwe de parçebûnê bidin şikandin. Heta em bikarin parçekirina erdnîgarî jî tune bikin. Digot Qamişlo dilekî Kurdistanê ye, Amed dilek e, Silêmanî dilek e û Mehabad dilek e. Digot pêwîst e em bi vî ruhî bijîn da ku em xebatên xwe bi ser bixin.”  

Nehar Avci di sala 2020’an de derbasî Başûrê Kurdistanê dibe, li wir jî dibe şahida dagirkeriya Tirk û şerê taybet ê li ser Kurd û Kurdistanê. Biryarê dide têkoşîna xwe bilindtir bike û di sala 2021’an tev li refên gerîla dibe.

Nehar ku bingehên wê ya bîrdozî û lêgerîna wê ya li wateya jiyanê xurt bû, bi zanabûn navê Ararat Bawer li xwe kir û soza şopandina şehîdan da. Ararat Zerzan (Bêrîvan Onal) di sala 2021’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû. Bawer Bîtlîs jî di sala 2016’an de di berxwedana xwerêveberiyê ya li Geverê de şehîd bûbû. Nehar Avci (Ararat Bawer) kesayeta evîndara azadiyê ya çiyayên Kurdistanê li ser şopa hevrêyên xwe, wek gerîla û fermandareke pêşeng karî her karê dikeve ser milê wê, bi serkeftî pêk bîne.

Piştî berxwedaneke bêhempa ya li dijî êrişên qirkirin û îmhayê, di 2024’an de, li warê serhildanên “Jin, Jiyan, Azadî”, li herêma Asos a Rojhilatê Kurdistanê bi 2 hevrêyên xwe re şehîd dikeve.  

Herikîna jiyan û têkoşîna wê ji gelê Kurd ê her çar parçeyên Kurdistanê re dibe destanek.   

ANHA