Ji 7ˊê Cotmehê ve zêdetirî 25 hezar filistînî hatine kuştin

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku ji destpêka 7’ê Cotmehê ve 23 hezar û 43 filistînî hatine kuştin û 60 hezar û 317 jî birîndar bûne.

 Ji 7ˊê Cotmehê ve zêdetirî 25 hezar filistînî hatine kuştin
13 ÇILE, 2024   16:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku destpêka şerê Îsraîl û Hemasê (7’ê Cotmeha 2023) ve 23 hezar û 843 filistînî hatin kuştin û 60 hezar û 317 jî birîndar bûne. Li gorî wezaretê ev hejmar 135 filistîniyên ku di 24 saetên dawîn de hatin kuştin û 312 jî birîndar bûne, digire nava xwe.

Li gorî daneyên Îsraîlê jî di şer de derdora hezar  û 200 îsraîlî hatin kuştin û derdora 240 kes dîlgirtî ne û hîna 129 jî girtî ne.