Ji 7ˊê Cotmeha 2023ˊyan ve 1152 leşkerên Îsraîlê hatine kuştin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji 7ˊê Cotmeha 2023ˊyan de di şerê li dijî Hemas û Hizbullahê de hezar û 152 leşkerên wê hatine kuştin.

Ji 7ˊê Cotmeha 2023ˊyan ve 1152 leşkerên Îsraîlê hatine kuştin
6 cotmeh, 2025   10:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Îsraîlê bîlançoya kuştiyên hêzên xwe aşkera kir.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, ji 7ˊê Cotmeha 2023ˊyan ve hezar û 152 leşker û endamên hêzên Îsraîlê hatine kuştin.

Bîlançoya kuştiyên hêzên Îsraîlê bi vî rengî ye:

Ji hezar û 152 leşker û endamên hêzên Îsraîlê  262 kes par hatine kuştin.

318 leşkerên ihtiyad (Yedek).

100 polîs.

9 endamên Saziya Ewlekariya Giştî.

8 xebatkarên girtîgehan.

Ji sedî  zêdetir 40 leşker û efserên hatine kuştin jêr 21 saliyê bûn.

(fr)