‘Çareseriya pirsgirêka Kurd bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dest pê dike’

Amna Xidro diyar kir ku çareserkirina pirsgirêka Kurd bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo ku şer li Tirkiye û Rojhilata Navîn bi dawî bibe, firseteke mezin e.

‘Çareseriya pirsgirêka Kurd bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dest pê dike’
12 gulan, 2026   02:35
QAMIŞLO
BERÎTAN ÎRLAN

Endama Rêveberiya Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Amna Xidro diyar kir ku doza kurdî bi doza Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye û got ev 27 sal e ku ew girtî ye û divê mafê wî yê hêviyê were dayîn. 

Amna Xidro got Tirkiyeyê dewleteke qanûnên Yekitiya Ewropa (YE) îmze kirine û mafê hêviyê di nava van qanûnan de heye. Da zanîn ku Tirkiyeyê van qanûnan pêknayînê û jê direvê. Destnîşan kir ku rayedarên Tirkiyeyê berî niha Rêber Abdullah Ocalan xistibûn bin tecrîdeke giran û heyanî niha ew tecrîd heyanî astekî didomê.

Amnayê anî ziman ku mafê hemû girtiyan heye ku `mafê hêviyê` wergirin. Her wiha qala felsefeya Rêber Abdullah Ocalan kir û got felsefeya wî li Rojhilata Navîn û cîhanê belav bûye.

Amna Xidro bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got pêvajoya Rêber Abdullah Ocalan daye destpêkirin ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û şer li Tirkiyeyê bi dawî bibe, gaveke gelekî girîng û dîrokî ye. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li ser asta navneteweyî hate qebûlkirin.

Girêdayî heman mijarê Amna Xidro got rayedarên Tirkiyeyê di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de gav na avêjin, ji bo pirsgirêka Kurd were çareserkirina û Rêber Abdullah Ocalan fîzîkî azad bibe li ser asta cîhanî gelek hiqûqî, siyasetmedar û parlementer beşdarî hemleyên çareserkirina pirsgirêka Kurd û azadiya fîzîkî ya wî bûn. Ji Tirkiyeyê têxwestin ku di piratîkê de gav bavêjê û ne tenê li ser raghandinê daxuyanî bide.

Ji bo Tevgera Azadiya Kurdistanê jî Amna Xidro got Tevgera Azadiya Kurdistanê 50 salî ji bo parastina gelê Kurd erkên xwe yên exlaqî û mirovî pêk anîn. Piştî banga Rêber Abdullah Ocalan Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) kongreya xwe lidarxist û fesihkirina PKK`ê raghand. Piştre çek şewitandin û Gerila ji Bakurê Kurdistanê vekişandin. Tevgera Azadiyê ji bo aştiyê PKK`ê fesih kir, çek şewitandin û Gerila ji Bakurê Kurdistanê vekişandin lê belê aliyê dîtir hîna tu gav neavêtine.

Amna Xidro diyar kir ku rayedarên Tirkiyeyê heyanî niha tu gav ne avêtine û ev yek li pêşiya pêvajoyê dibe asteng.

Her wiha şiyar kir ku eger Tirkiyeyê gav ne avêjê û rewş wisa bidomê dibe ku di demên pêşde krîzên mîna krîzên ku li Rojhilata Navîn derketine, çêbibin û yek ji wan jî pirsgirêka kurd e.

Di berdewama hevpeyvînê de Amna Xidro destnîşan kir ku çareserkirina pirsgirêka Kurd bi çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn ve girêdayî ye û got ku pirsgirêka Kurd ne tenê pirsgirêkeke neteweyî ye û tenê bi çar dewletan ve sînordare ew bûye pirsgirêkeke cîhanî, ji ber gelê Kurd li tevahiya cîhanê hene.

Bang li rayedarên Tirkiyeyê kir ku îradeya gelê kurd û gelên dîtir a azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan paşguh nekin û rêz bidin îradeya gelan.

Amnayê bal kişand ser daxuyaniyên serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî û got tenê daxuyanî têrê nakin, divê li ser rûyê erdê gavên pratîk werin avêtin. Li ser asta Rojhilata Navîn, cîhana Ereban û Ewropayê gelek kesên hiqûnas, siyasetmedar û oldar tev li hemleyên dawîn li tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û azadiya fîzîkî ya wî bûn. Her wiha fikir, felsefe û projeya neteweya demokratîk a Rêber Ocalan ji bo pirsgirêkên Rojhilata Navîn wek çareserî dibînin.

Amna Xidro di berdewama axaftina xwe de got projeya neteweya demokratîk ne li gorî polîtîkaya cîhanê û sîstema sermayedar û serweriya navneteweyî ye, ji ber vê yekê tecrîdê li ser Rêber Abdullah Ocalan ranakin û fîzîkî azad nakin, ew naxwazin gel bigihêje azadiya xwe û diyar kir ku gelên ku fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan nas kirin dê bi hemû rêbazên siyasî û hiqûqî tê bikoşin heyanî ku Rêber Abdullah Ocalan fîzîkî azad bibe û got: “Em bang li Yekitiya Ewropayê û Konseya Ewlehiyê dikin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî gavên cidî biavêjin.”

Amna Xidro di dawiya axaftina xwe de got rayedarên Tirkiyeyê di dîrokê de gelek caran derbe li gelan xistine û li pêşiya azadiya gelê kurd bûne asteng. Gelê kurd dê li ser asta navneteweyî aliyê siyasî û hiqûqî têbikoşe heyanî ku bighîjê mafên xwe. Azadiya hemû gelan û azadiya gelê Kurd bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye.

(np)

ANHA